Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Jinan a Futbolê ya Yuksekovasporê li deplasmanê bi encameke dîrokî 13-0 zora Gîresun Sanayisporê bir.
Maç di çarçoveya Lîga Super a Futbola Jinan a Suwenê de li Qada 75emîn Salê ya bajarê Gîresunê yê Tirkiyeyê hat lîstin.
Tîma navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi lîstikeke bihêz li hemberî hevrika xwe lîst û bi bidestxistina 3 puanan ji qadê derket.
Gola yekem a maça Yuksekovasporê xuleka 10an ji aliyê Aminata Haidarayê ve hat avêtin.
Li pey wê Anastasia Achiaayê xuleka 20an û Haidarayê careke din xuleka 21ê gok şandin nav toran.
Xuleka 24an Suheyla Çalçinerê û xuleka 45an Diyan Ceyhanê ferq zêde kir û nîveka yekem bi encama 5-0 bi dawî bû.
Tîma Geverê nîveka duyem jî ranewestiya; Laura Carine Talep Mullerê di xulekên 50 û 84an de du gol, Suzzy Teye Dedeyê xuleka 52yan, Sevînç Ceferzadeyê xuleka 60î, Jumoke Victoria Alaniyê xuleka 68an û Numpao Madina Anne Fabiola Traoreyê jî xuleka 75an golek avêt.
Di xuleka 90î de jî Princella Adubeyayê 2 gol avêtin û maç 13-0 bi dawî bû.
Piştî vê serkeftina berbiçav birêvebiriya Yuksekovasporê daxuyaniyek belav kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serkeftinê anî zimên û lîstikvan, heyeta teknîk û birêvebiriya tîmê pîroz kirin.

.jpg&w=3840&q=75)

