Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Batman Petrolsporê ya ku di Lîga Yekemîn a TFFyê de dilîze, li mala xwe mazûvaniya Esenler Eroksporê kir.
Batman Petrolsporê bi gola xuleka 90+2yan zora rîkebera xwe bir û 3 puan standin.
Batman Petrolspor di hefteya 12emîn a Lîga Yekemîn a TFFyê de li mala xwe derket pêşberî Esenler Eroksporê.
Nîvê yekem ê maçê bê gol bi dawî bû.
Lê di nîvê duyem a maçê de têkoşîneke mezin hebû û 5 gol hatin kirin.
Batman Petrolspora xwediya malê bi gola Biron a di xuleka 90+2yan de 3-2 bi ser ket.
Golên din ên Petrolsporê Mert di xuleka 69an de û Pedrinho jî di xuleka 85an de kirin.
Petrolspor derket rêza 4an
Tîma sor û spî bi vê encamê puanên xwe zêde kirin û derket rêza 4an a lîgê.
Li hêla din rîkebera wê Erokspor jî daket rêza 12emîn.
Lîder wekî hev ma
Di maçeke din a rojê de lîdera lîgê Kayserispor çû deplasmana Pendiksporê.
Maça Pendikspor û Kayserisporê 2-2 wekî hev xelas bû.
Tîma zer û sor tevî wekheviyê jî lîdertiya xwe ya lîgê parast.

.jpg&w=3840&q=75)
