Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora rêxistina civaka sivîl No Name Kitchen (NNK), welatên Ewropayê ji bo rê li ber koçberan bigirin, mafê wan ê tenduristiyê wekî çekekê bi kar tînin.
Rapor radixe ber çavan ku koçber bi zanebûn ji dermanan û tedawiyê bêpar tên hiştin û ev binpêkirin rasterast dibin sedema mirina koçberan.
No Name Kitchen (NNK) ku di qada alîkariya mirovî de dixebite, di rapora xwe ya dawî de destnîşan kir ku welatên Ewropayê ji bo koçberan ji armancên wan sar bikin, bi awayekî sîstematîk gihîştina xizmetên tenduristiyê asteng dikin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ev bêparkirin wekî amûreke çavtirsandinê tê bikaranîn û encamên wê yên giran û kujer bi hûrgulî hatin parvekirin.
'Astengiyên bi nêrîneke nijadperest'
Li gorî nûçeya Balkan Insightê, Koordînatorê NNKê Ric Fernandez diyar kir ku ev astengî ne rasthatin in, polîtîkayeke sîstematîk in.
Fernandez bal kişand ser wê yekê ku redkirina daxwazên tenduristiyê yek ji rêbazên sereke yên rejîma sînoran e û got:
"Ev lêkolîn nîşan dide ku astengiyên di warê tenduristiyê de bi nêrîneke nijadperest tên kirin û wekî amûreke bipaşdevegerandinê tên bikaranîn."
Rapor xwe dispêre şahidiya 336 koçberan ku di navbera Kanûna Paşîn a 2022yan û Kanûna Pêşîn a 2024an de hatine komkirin.
Di raporê de hat gotin, "Mafê tenduristiyê veguherandine çekekê û ji bo tirsandina koçberan bi kar tînin."
Her wiha hat destnîşankirin ku sînor êdî ne tenê têlên bistrî ne û hat gotin:
"Sînor carinan dibe ew ambulansa ku ti carî nayê, carinan dibe ew jûra nexweşxaneyê ya ku kes lê nanêrê."
“Mukter bi zanebûn ber bi mirinê ve hat dafdayîn”
Di raporê de hat belgekirin ku gelek koçberên ku ji aliyê polîsên sînorî yên Ewropayê ve rastî tundiyê hatine, ji ber bêdermaniyê û nebûna midaxeleya bijîşkî mirine.
Yek ji van mînakên herî dilsoj, çîroka Mukterê 41 salî ye.
Mukter piştî ku ji Xirwatistanê bi darê zorê ber bi navenda Lîpayê ya li Bosna Hersekê ve hat derxistin, Çiriya Paşîn a 2024an mir.
Hat ragihand ku mirovên di navendê de sê rojan li ber nobedaran geriyane ku ambulansê bixwazin.
Dema koçberan gotiye ku Mukter nikare nefesê bistîne, nobedaran bi xemsarî bersiva "Em niha xwarinê dixwin, em dê sibe lê binerin" daye.
Di raporê de li ser vê bûyerê hat gotin, "Mukter nemir, ew bi zanebûn ber bi mirinê ve hat dafdan."
Tundî, birçîbûn û sir û seqem
Li gorî raporê, karmendên ku meaşên wan ji baca xelkê Ewropayê tên dayîn, tundiyeke dijwar li hemberî koçberan dikin.
NNKyê ragihand ku sala 2024an ji sedî 54ê alîkariyên wan ên tenduristiyê ji bo birînên wekî werimîna pêyan û qerisîna endaman bûne.
Li gorî rêxistinê, ev nexweşî derencama girtina rêyên ewle û yasayî ne ku mirov neçar dimînin di rêyên pir dijwar re bimeşin.
Di raporê de hat diyarkirin ku koçberan diavêjin nav çemên cemidî, di sermaya binê sifirê de solên wan ji pêyan derdixin û bi rojan wan tî û birçî dihêlin.
Li Bulgaristanê 3 zarok mirin
Bûyereke din a giran jî Kanûna Pêşîn a 2024an qewimî.
Sê zarokên Misirî yên ku bi rêyên nefermî ji Tirkiyeyê derbasî Bulgaristanê bûbûn, mirin.
NNKyê di rapora xwe de rayedarên Bulgaristanê wekî berpirsyarên mirina van zarokan nîşan da.
Her çend bi rapora bijîşkî hatibe piştrastkirin ku zarok ji ber sermayê mirine jî Polîsên Sînorî yên Bulgaristanê tohmetên xemsariyê red kirin.
No Name Kitchenê ev binpêkirinên mafên mirovan bi navendên wekî Lîpayê ve girê dan ku wê navendê bi tenê milyonek û 700 hezar euro ji Yekîtiya Ewropayê wergirtiye.
Her wiha navendên li Sirbistanê yên ku ji sala 2015an ve zêdetirî 40 milyon euro piştgiriya darayî wergirtiye, di raporê de wekî berpirsyar hatin nîşandan.
NNKyê bang kir ku welatên Ewropayê berpirsyariya van kiryaran bigirin ser xwe û ragihand:
"Fînansekirina navendeke ku tê de mirovek di dema xwarina nobedaran de ji ber nefestengiyê dimire, nîşan dide ku di lêkolîn û girtina tedbîran de xemsariyeke hevpar û sîstematîk heye."



