Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Federal a Kar a Almanyayê (BA) ji Rûdawê re ragihand ku li gorî rêziknameyeke nû, her kesê alîkariya civakî (Grundsicherung) werdigire, eger bi awayekî bêserûber yan jî bi serxweşî here hevpeyvîna kar, dê alîkariya wî ya darayî were kêmkirin.
Saziyê her wiha diyar kir ku her kesê alîkariya civakî distîne, mecbûr e ku hewl bide pêdiviya xwe bi alîkariyê nehêle û karekî peyda bike.
Berdevkê Saziya Federal a Kar a Almanyayê Andreas Kraft, derbarê rêziknameyên nû yên alîkariyên civakî bersiv da pirsên me.
Li gorî amarên Birêvebiriya Federal a Kar, di dawiya Kanûna Pêşîn a 2025an de 5 milyon û 186 hezar kesan alîkariya civakî wergirtiye.
Berdevkê Birêvebiriya Kar destnîşan kir ku kesên bêkar û yên alîkariyên civakî werdigirin divê hewl bidin da ku dawî li hewcedariya xwe ya bi alîkariyê bînin û eger ew di vê pêvajoyê de alîkar nebin, ev yek wekî "binpêkirina erk" (Pflichtverletzung) tê hesibandin û got:
"Li gorî rêziknameyên niha, her kesê ku bi tevgerên xwe yên neyînî rê li ber peydakirina kar bigire, erkê xwe bin pê dike. Wekî mînak, eger kesek bi awayekî nepaqij yan jî bi serxweşî biçe hevpeyvîna kar û xwediyê kar ji ber vê yekê wî ji prosedurê derxe, ceza li ser wî tê sepandin."
Birêvebiriya Kar her wiha da zanîn ku karmendên wan di hevpeyvînên kar de amade nabin, lewma ew agahiyên li ser van rewşan rasterast ji xwediyên kar distînin.
Lêkolîna taybet
Berdevkê Saziya Kar diyar kir ku berî sepandina cezayan, her binpêkirin li gorî rewşa takekesî tê nirxandin.
Li gorî madeya 24an a Yasaya Alîkariyên Civakî, derfet tê dayîn ku ew kes bi nivîskî yan bi devkî parastina xwe bike û li ser binpêkirinê agahiyan bide.
Bi gotina wî, sedemên wekî nexweşiyên derûnî yan jî alkolîzm dê di biryardana li ser cezayan de werin liberçavgirtin.
Andreas Kraft li ser asta cezayan jî got, "Eger piştî van lêkolînan biryara kêmkirina alîkariyê hat dayîn, mûçeyê bingehîn ê alîkariyê (Bürgergeld) ji sedî 30 tê kêmkirin û ev ceza ji bo dema 3 mehan didome."
Dest pê kiriye
Ji aliyê din ve, berdevkeke Wezareta Kar jî di daxuyaniyekê de ku 20ê Tîrmehê dabû Rûdawê ragihandibû ku ev rêzikname di çarçoveya madeyên 31ê û jê û pê ve yên Yasaya Alîkariyên Civakî de ye û ji 1ê Tîrmehê ve tê sepandin.



.webp&w=3840&q=75)