Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Almanyayê ji ber bûyereke kuştinê ya di Newroza 2025an de cezayê heta hetayê da Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê.
Dadgeha Nurnbergê ya Almanyayê ragihand ku kujer û kuştî ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Bûyer sala 2025an di dema pîrozbahiya Newrozê de li bajarê Parsbergê qewimî.
Dadgehê bi tohmeta ku ji bo “tolhildanê” û bi “mebestên hovane” pismamê xwe kuştiye, cezayê heta hetayê da tohmetbar.
Birêvebirekî pîrozbahiya Newrozê ya li Parsbergê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li gorî gotinên di nav xelkê de her du pismam jî ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne.
Wî birêvebirî her wiha da zanîn ku ji ber vê bûyerê Şaredariya Parsbergê îsal destûr neda ku Newroz were pîrozkirin.
Dadwera Dadgeha Bilind a Nurnberg-Fürthê Tina Haase îro ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dozên kuştinê yên bi navê “parastina rûmeta malbatê û namûsê” van demên dawiyê li dadgehên wan gelekî kêm bûne.
Hinceta “namûsê”
Li gorî agahiyên ku dadgehê bi Rûdawê re parve kirine, 23yê Adara 2025an welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê li gel hevjîn û zarokên xwe beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye.
Tohmetbar di nav hezaran kesan de pismamê xwe dîtiye û bi kêrê êrişî wî kiriye û ew kuştiye.
Dadwer Tina Haase li ser hûrgiliyên bûyerê wiha peyivî: “Wekî ku Dadgeha Nurnberg-Fürthê piştrast kiriye, tohmetbar ji bo tola mirina xwişka xwe hilîne pismamê xwe kuştiye.
Xwişka tohmetbar hevjîna kesê mirî bû û sala 2005an li Sûriyeyê miribû. Tohmetbar pismamê xwe ji mirina xwişka xwe berpirsiyar didît.”
Li gorî biryara dadgehê, ev kiryar ji aliyê hiqûqî ve wekî “kuştina bi qestî ya bi kemînê” û ji bo “parastina rûmeta malbatê” hatiye dîtin.
Dadgeha Nurnberg-Fürthê 12ê Sibata 2026an cezayê heta hetayê da tohmetbar.
Dadgeha Federal ceza pesend kir
Tohmetbar li dijî biryarê îtiraz kir lê Dadgeha Bilind a Federal a Almanyayê 17ê Tebaxê ev daxwaz red kir.
Dadgehê biryara dadgeha herêmî bi heman sedeman pesend kir.
Dadgehê her wiha amaje bi madeya 57an a yasayan kir. Li gorî vê madeyê, kesê bi cezayê heta hetayê hatiye mehkûmkirin piştî 15 salan dikare daxwaza berdana bi şert bike.
Bûyerên “namûsê” kêm bûne
Dadwer Tina Haaseyê diyar kir ku hincetên wekî "namûs" yan "doza xwînê" di amaran de wekî kategoriyeke cuda nayên tomarkirin. Ji ber vê yekê hejmareke zelal nehat dayîn lê got ku van demên dawiyê li Dadgeha Nurnberg-Fürthê hejmara dozên ku bi hinceta "namûsê" tên kirin gelekî kêm bûye.
Kujer û kesê mirî ji Kobaniyê bûn
Birêvebirekî pîrozbahiya Newrozê ya li Parsbergê ji Rûdawê re got ku li ser kujer û kuştî agahiyên wan ên zelal nînin.
Lê wî destnîşan kir ku li gorî gotinên xelkê ew her du pismam bûn û ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibûn.
Wî birêvebirê ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku Şaredariya Parsbergê ji ber metirsiya ewlehiyê sala 2026an destûr nedaye ku Newroz were pîrozkirin.
Wî her wiha got ku ew bawer dike sedema sereke ya vê biryara şaredariyê ew kuştina sala 2025an bû.



