Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Federalî yê Almanyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di 6-12 mehên borî de bikaranîna çek û tundiyê ji aliyê komên mafyayê yên Tirkan ên ku wekî "Mafyaya Nifşê Zyê" tên naskirin gelekî zêde bûye.
Polîsê Almanyayê da zanîn ku ev kom li Almanyayê bûne diyardeyeke nû.
Ew bi çekên sivik ên ji Tirkiyeyê gefan li xwediyê kar û bazirganan dixwin da ku xeracê ji wan bistînin.
Berdevkê Polîsê Federalî yê Almanyayê (BKA) û Daîreya Lêkolîna Sûcan a li Herêma Nordrhein-Westfalenê li ser zêdebûna rûdanên "gefên bi çekan" bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.
Berdevkê Polîsê Federalî yê Almanyayê got:
"Ji nîveka sala 2025an ve, cureyekî nû yê sûcên birêkxistî li Almanyayê bi awayekî berbiçav zêde bûye ku pêwendiya wan bi komên nava Tirkiyeyê re heye.
Endamên van koman bi esil xelkê Tirkiyeyê ne û ji ber ku ciwan in, medyaya Tirkiyeyê navê wan dike 'Mafyaya Nifşê Nû' an jî 'Mafyaya Nifşê Zyê'."
Saziyê da zanîn ku wan heta niha du kom bi navên "Daltonlar" û "Casperlar" tesbît kirine.
Li gorî agahiyên polîsan, ev mafya ji çend komên cuda pêk tên û piraniya endamên wan ew ciwan in ku di navbera salên 1995 û 2012an de ji dayîk bûne.
Ev mafya çi sûcan dikin?
Polîsê Nordrhein-Westfalenê dibêje, her çi qasî heta niha pevçûna bi çekan a rasterast di navbera wan bixwe de nehatibe kirin jî ev mafyayên Tirkan zêdetir bi wê yekê tên naskirin ku bi zorê "pereyê parastinê" an jî xeracê ji xelkê distînin.
Her wiha wan bal kişand ser wê yekê ku van kom gule li mal û milkên xelkê reşandine û êrişên şewitandinê kirine.
Ji ber vê yekê niha polîs li ser 20 dosyeyên bi vî rengî lêkolînê dike.
Sala 2026an li wê herêmê ti pevçûnên bi çekan a rû bi rû di navbera koman de çênebûye lê wan li dijî avahî û otomobîlan çek bi kar anîne.
Her wiha hewleke kuştinê jî hebûye lê ew rûdan rasterast bi wergirtina xeracê re pêwendîdar nebûye.
Di bersiva wê pirsê de ku gelo tenê karsaz û xwediyê kar ên Kurd dibin qurbaniyên van rêxistinan, Polîsê Federalî got ku agahiyeke wan a fermî li ser vê mijarê nîne lê li gorî medyaya Almanyayê, zêdetir xwediyê kar ên Kurd dibin armanca êrişên wan.
Li aliyê din, Polîsê Herêma Nordrhein-Westfalenê dibêje ku paşxaneya neteweyî zêde ne girîng e lê komeke wekî "Daltonlar" zêdetir wan xwediyê karan dikin armanc ku xelkê Tirkiyeyê ne.
Çekên neyasayî ji Tirkiyeyê tên
Polîsê Federalî ji Rûdawê re ragihand, her çi qasî amara temam a guleyan a bi van çekan ne di destê wan de be jî, wan eşkere kir ku Tirkiye yek ji çavkaniyên sereke yên dabînkirina çekên neyasayî û qaçax e.
Berdevk got ku piraniya wan çekên teqlîd ên li Tirkiyeyê tên çêkirin gelekî dişibin çekên "orîjînal" û got:
"Di nav wan de demançeyên dengî hene ku li Tirkiyeyê hatine hilberîn, pişt re li Almanyayê destkarî li wan tê kirin û dibin çekên kujer û neyasayî."
Cudahiya wan ji mafyayên kevn çi ye?
Li gorî gotina polîsan, mafyayên Tirkan ên "Nifşê Zyê" wekî mafyayên kevn xwe bi nepenî birêxistin nakin.
Berovajî vê yekê, torên civakî ji bo wan gelekî girîng in, "hem ji bo pêwendiya navxwe hem jî ji bo nîşandana hêz û şiyanên xwe ji bo xelkê."
Berdevkê Polîsê Federalî got, her çi qasî ew kom li Tirkiyeyê hatibin avakirin jî tê pêşbînîkirin ku ji bo plankirin û kirina sûcên xwe, li çendîn welatên cuda yên Yekîtiya Ewropayê çalak bin.



