Hewlêr (Rûdaw) - Li Viyanaya paytexta Awisturyayê, Dibistana Kurdî ku ji bo parastin û bipêşxistina ziman û çanda Kurdî dixebite, her sal xwendekarên nû qebûl dike.
Hejmara xwendekarên dibistanê sal bi sal zêde dibe û birêvebirî amadehiyan dike da ku bikare pêşwaziya 800 xwendekaran bike.
Mamosteyê Dibistana Kurdî ya Viyanayê Mezlûm Qirno îro bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û li ser xebatên dibistanê agahî dan.
Ji 2023yan ve dibistanê dîsa dest bi kar kir
Mezlûm Qirno got ku dibistan piştî pandemiya koronayê, 2023yan dîsa hatiye vekirin.
Li gorî wî, zarok û malbatên wan dema dibînin ku di nav dibistanên Awisturyayê de cudahiyek nîne, bi dilxwazî dixwazin zarokên xwe li dibistanê tomar bikin û wiha berdewam kir:
“Dema zarok tên û dibînin ku di navbera dibistanê Awisturyayê de cudahî nîne, bi xwe daxwaza tomarkirinê dikin û kêfa wan jî tê.”
Kapasîteya dibistanê heta 800 xwendekaran e
Mamoste Mezlûm diyar kir ku niha pênc polên dibistanê hene lê ew dikarin hejmara polan zêde bikin û wiha lê zêde kir:
“Em dikarin heta 700-800 zarokan jî tomar bikin û xwendekar dikarin bi awayekî berdewam werin dibistanê.
Eger hejmara xwendekaran zêde bibe, em dikarin pola şeşem û zêdetir jî vekin.”
Dersên Kurdî hefteyê carekê şemiyê, ji demjimêr 10:00 heta 13:00an tên dayîn.
Temenê xwendekaran ji 5 salî dest pê dike.
Di dibistanê de sê zaravayên sereke yên Kurdî yên Kurmancî û Soranî tên fêrkirin.
Armanc tenê fêrkirina zimanê Kurdî nîne
Mezlûm Qirno bal kişand ser wê yekê ku armanca dibistanê tenê fêrkirina zimanê Kurdî nîne û wiha got:
“Li dibistanê armanc tenê zimanê Kurdî nîne. Em dixwazin zarok di nav çand û hunera Kurdî de hevaltiyê bikin, bêhtir hev nas bikin û malbat jî hev nas bikin.”
Li gorî wî, ji bo zarokan çalakiyên werzîşê û koma muzîkê jî hene û mehê carekê wan dibin gerê.
Awisturyayî jî dixwazin hînî Kurdî bibin
Qirno her wiha got ku tenê ne Kurd, hinek Awisturyayî jî dixwazin hînî Kurdî bibin û wiha berdewam kir:
“Par du zarokên Awisturyayî hebûn. Jineke Awisturyayî jî bi xwe dihat.”
Kursên Kurdî ji bo mezinan
Mamosteyê Dibistana Kurdî ya Viyanayê Qirno da zanîn ku ew plan dikin ji bo mezinan jî kursên zimanê Kurdî vekin û got:
“Gelek mezin jî dixwazin hînî zimanê Kurdî bibin. Awisturyayî bi xwe jî dixwazin fêrî Kurdî bibin. Em dixwazin îsal kursên cuda ji bo mezinan jî dest pê bikin.”
Pirtûk ji Almanyayê tên dabînkirin
Qirno derbarê pirtûkên dersê jî got ku pirtûkxaneyeke Almanyayê pirtûkên dersê ji bo dibistanê dabîn dike.
Xebatên ji bo hînkirin û parastina zimanê Kurdî yên li Viyanayê nû ne.
Di sala 2004an de dibistana yekem a zimanê Kurdî li Viyanayê hatiye vekirin.
Her wiha Peymangeha Kurdî ya Viyanayê di sala 1994an de hatiye damezrandin.


