Hewlêr (Rûdaw) - Zextên siyasî û medyayî li ser Parlamenterê Kurd ê Almanyayê Ferhat Koçak zêde dibin.
Koçak tohmetên çapemeniya Alman wekî "kampanyaya reşkirinê" bi nav kir û li ser angaştên pêwendiya bi malbata Remmo re wiha bersiv da, "Min ew tenê carekê dîtin û paşê hîn bûm ku ew mirovên çawa ne."
Parlamenterê Almanyayê Ferhat Koçak di demên dawî de ji aliyê çapemenî û derdorên siyasî yên Almanyayê ve bi tohmetên giran tê tawanbarkirin.
Medyaya Almanyayê îsal gelek caran nûçeyên neyînî li ser Koçak weşandine û ew tawanbar kiriye.
Van nûçeyan hem di nav gel de hem jî di qada siyaseta Almanyayê de bandoreke mezin kir.
Piştî ku hinek saziyên medyayê yên mezin nûçe çêkirin, tawanbariyên li ser Koçak hîn girantir bûn.
Li gorî raporên çapemeniyê, Koçak bi malbata "Remmo" ve pêwendîdar e ku malbateke mezin e û pir caran beşdarî çalakiyên xumam ên li Berlînê bûne û bi tawanên rêxistinkirî tên nasîn.
Medyaya Almanî dibêje ku ev angaşt dikarin zererê bidin kariyera wî ya siyasî û baweriya dengdêrên wî bişkînin.
Koçak: Ev kampanyayeke reşkirinê ye.
Ferhat Koçak hemû angaştan bi awayekî kategorîk red kirin û bûyer wekî "kampanyaya reşkirin û manîpulekirinê" bi nav kir.
Siyasetmedarê Kurd derbarê angaştên pêwendiyên bi malbata Remmo re wiha got, "Min tenê carekê ew dîtin û piştî dîtinê hîn bûm ku ka ew kî ne û çi dikin."
Angaşta sextekariya bacê
Pirsgirêkên ku parlamenterê Kurd pê re rû bi rû maye bi van angaştan ve sînordar nînin.
Çapemeniya Alman angaşteke din li dijî Koçak kir û diyar kir ku wî hinek bacên dewletê nedaye.
Li Almanyayê yasayên bacê pir tund in û ev mijar ji bo siyasetmedaran gelekî hesas e.
Tê gotin ku angaştên bi vî rengî dikarin bandoreke xirab li ser kariyera siyasî ya Koçak bikin.


