Hewlêr (Rûdaw) - Komîsera Yekîtiya Ewropayê Marta Kosê bal kişand ser geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê û diyar kir ku ew di warê standardên demokratîk de di nav fikareke cidî de ne.
Kosê da zanîn ku ev fikar dê di rapora Yekîtiya Ewropayê ya 28ê Çiriya Pêşîn de jî cih bigirin.
Endama Komîsyona Ewropayê Marta Kosa ku ji “Berfirehkirin û Cîrantiya Rojhilat” berpirs e ragihand ku li ber ronahiya geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê, ew derbarê standardên demokratîk ên li vî welatî de di nav "fikareke cidî" de ne.
Kosa ku di çarçoveya temasên fermî de li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê bû, ji rojnamegeran re axivî û got:
"Fikarên me yên li ser standardên demokratîk berdewam dikin. Geşedanên dawî yên derbarê azadiya medyayê, mafên LGBTÎ+yan û demokrasiya xwecihî de, valahiya di navbera Tirkiyeyê û armanca wê ya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê de kûrtir dikin."
Kosê bal kişand ser rapora berfirehkirinê ya salane û rapora taybet a li ser Tirkiyeyê ku dê 28ê Çiriya Pêşîn ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve bê eşkerekirin û wiha axivî:
"Rapor dê fikarên me yên cidî yên di van qadan de nîşan bide û ez dê ji bo îfadekirina rastiyan a bi awayekî zelal û eşkere ya li ber çavê raya giştî tu carî dudilî nebim."
Rexneyên li ser bêdengiya Yekîtiya Ewropayê
Li Tirkiyeyê derdorên mixalif, li hemberî zextên desthilatê yên li ser kes û saziyên xwedî nerînên cuda, Yekîtiya Ewropayê bi wê yekê rexne dikin ku di salên dawî de bê deng maye.
Kêmkirina doza rexneyên Yekîtiya Ewropayê yên derbarê serweriya hiqûqê û demokrasiyê li hemberî Enqereyê, bi zêdebûna hewcedariya hevkariya bi Tirkiyeyê re ya di konjonktura navneteweyî ya guherbar de tê girêdan.
Kos di temasên xwe yên doh de, bi mazûvaniya Parêzgariya Edîrneyê, li gel Wezîrê Veguhqstin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu jî civiya.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, li ser qadên hevkariyê û derfetên di warê binesaziya veguhastinê, dîjîtalbûn û girêdanên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de nirxandin hatine kirin.



