Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew li dijî Îranê çekên nukleer bi kar nayînin.
Trump da zanîn ku pêdiviya Washingtonê bi çekên nukleer nîne û destnîşan kir ku "maka hemû bombeyan" çekeke nenukleer e.
Trump roja pêncşemê di hevpeyvîneke li gel kanala Newsmaxê de axivî.
Trump li ser nûçeyên ku digot dibe hikûmeta wî piştî hilbijartinên nîvê serdemê yên Amerîkayê wê bombeyê li dijî Îranê bi kar bîne, destnîşan kir ku ew çekeke konvansiyonel e û got:
"Maka hemû bombeyan ne nukleer e. Ev tenê bombeyeke gelekî mezin e. Maka hemû bombeyan bombeyeke mezin e lê ne nukleer e."
Trump bikaranîna çekên nukleer red kir û anî zimên:
"Na, ez çekên nukleer bi kar nayînim. Pêdiviya me bi vê yekê nîne."
Serokê Amerîkayê her wiha amaje bi egera êrişên nû yên li ser tesîsên nukleer ên Îranê kir ku di nav wan de tesîseke binerdî ya bi guman heye û wekî "Çiyayê Pickaxeyê" tê naskirin û got:
"Niha çavê me li Çiyayê Pickaxeyê ye. Dibe ku em neçar bimînin herin wir. Em dê derbekê lê bixin û bi lez ji holê rakin."
Trump bi vî rengî bersiv da pirsa bê ma leşkerên bejahî yên Amerîkayê dê beşdarî operasyoneke wiha bibin an na got:
"Na, ez vê yekê nabînim. Tiştekî wisa nabînim."
Trump diyar kir dibe ku di nav salekê de operasyoneke din a leşkerî pêwîst bike û got:
"Em dixwazin wisa bikin ku ew ti carî nebin xwediyê çekên nukleer."
"Şerê Îranê dê pir zû bi dawî bibe"
Trump her wiha pêşbînî kir ku şer dê di demeke nêzîk de biqede û da zanîn ku Tehran bi Washingtonê re di nav dan û standinan de ye û li ser vî şerî got:
"Şerê Îranê dê di demeke pir nêzîk de bi dawî bibe. Dê pir zû biqede. Bi vî rengî an bi wî rengî dê bi dawî bibe û bihayê petrolê û gaza xwezayî dê wekî tehtekê bikeve xwarê."
Trump anî zimên ku rayedarên Îranê xwestiye ku operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê werin rawestandin û got:
"Wan ji me xwest ku em rawestin. Em jî radiwestin çimkî em bi wan re dan û standinê dikin."
Trump li ser pirsa bê ma ew baweriya xwe bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tîne yan na got:
"Bi rastî ez baweriya xwe bi ti kesî nayînim. Di cîhana siyasetê de ez baweriya xwe bi ti kesî nayînim."


