Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku li Nîvgirava Kamçatkayê ya Rûsyayê ya li nêzîkî peravên Okyanusa Pasîfîk erdhejeke bi hêza 6,9 pileyan çêbûye.
Li gorî USGSê, erdhejê roja înê bi dema herêmî saet 15:35an rû daye.
Navenda erdhejê nêzîkî 76 kîlometreyan li bakurrojhilatê bajarokê Ozernovskiyê yê li nêzîkî başûrê nîvgiravê ye.
Her wiha kûrahiya erdhejê 143,2 kîlometre hatiye tomarkirin.
Metirsiya tsunamiyê nîne
Heta niha li ser zererên canî an madî yên erdhejê ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Sîstema Hişyariya Tsunamiyê ya Amerîkayê jî ragihand ku ji ber kûrahiya zêde ya erdhejê, ti metirsiya çêbûna tsunamiyê nîne.


