Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Oregonê ya Amerîkayê di êrişeke bi çekan a li ser dibistaneke seretayî de 3 xwendekar û mamosteyek mirin.
Rayedarên polîsên herêmî ragihand ku êriş li herêma Bendê ya eyaleta Oregonê li dibistaneke seretayî pêk hatiye.
Polîsan da zanîn ku di vê êrişê de 3 xwendekar û mamosteyek mirine.
Êrişkar hat kuştin
Her wiha hat ragihandin ku xwendekarek û mamosteyek jî bi giranî birîndar bûne û ew ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî daxuyaniya polîsan, êrişkarê 16 salî li cihê bûyerê ji aliyê kesekî ku ketibû pey wî ve bi guleyan hatiye kuştin.


