Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê bajarê Kolnê yê Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ew li ser robotekÎ lêkolînê dikin ku bi tohmeta destdirêjiya li ser keçekê tê tawanbarkirin.
Li gorî daxuyaniya polîsan, şeva 11ê Çiriya Pêşîn robotekî ku bilindahiya wî 1,20 metre ye nêzîkî keçeke 16 salî bûye û tevgerên nelirê li hemberî wê kirine.
Polîs da zanîn ku xwediyê robot ev bûyer tomar kiriye û bi weşana zindî li ser torên civakî belav kiriye.
Daxuyaniya Polîsê Kolnê
Serkomîserê Polîsê Kolnê yê li eyaleta Nordrhein-Westfalenê Christopher Bermel îro li ser bûyerê ji Rûdawê re got, "Nirxandina delîlan ji aliyê lêkolerên me ve berdewam dike."
Christopher Bermel amaje bi daxuyaniya berê ya polîsan a 12ê Çiriya Pêşîn kir ku tê de hatibû gotin, ew lêkolînê li ser wê yekê dikin ka gelo tevgerên robot ji dûr ve hatine kontrolkirin an bixwe bi serê xwe ew tevger kiriye.
Polîsan diyar kir ku Polîsê Tawanan li ser bêrêzî û heqareta zayendî lêpirsînê dike.
Di weşana zindî de belav kirine
Li gorî agahiyan, dema ku du keçên 16 û 17 salî piştî saet 23:45an li ber xwaringeheke xwarinên bilez li ser kolanê rawestiyabûn, robot ji paş ve nêzîkî wan bûye û tevgerên nelirê li hemberî keça 16 salî kirine.
Polîsan derbarê xwediyê robot jî da zanîn:
"Gumanbarê 16 salî yê xwediyê robot li gel hevalekî xwe yê 19 salî, ev êrişa bi guman tomar kiriye û li ser medyaya civakî bi awayê weşana zindî belav kiriye."
Piştî bûyerê polîs gihîşte cihê bûyerê û robot di sindoqa wesayîta ciwanê 16 salî yê ji bajarê Wegbergê de dît.
Polîsan dest danî ser robot û her du telefonên gumanbaran.


