Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan ji konferansa bi navê “Li Rojhilata Navîn ji bo Aştiyê Perspektîfek” re peyamek şand û got, “Divê siyaset cihê çekan bigire, hiqûq cihê bêbaweriyê bigire û wekhevî cihê înkarê bigire. Rêya aştiya mayînde ev e.”
Ev konferans li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê tê lidarxistin.
Şaredariya Torînoyê bi hevkariya Komîteya Mafên Mirovan a Herêmî û Birêvebiriya Herêmî ya Piemonteyê konferansekê li dar dixe.
Her wiha Weqfa Teserufê ya Torînoyê jî piştgiriyê dide vê konferansa ku bi navê “Li Rojhilata Navîn ji bo Aştiyê Perspektîfek” tê lidarxistin.
Gelek siyasetmedar, serokên şaredariyan, çalakvanên jin, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên demokratîk û dostên Kurdan beşdarî konferansê dibin.
Peyama Ocalan
Abdullah Ocalan ji Konferansa Torînoyê re peyameke nivîskî şand.
Ocalan di destpêka peyama xwe de silav li beşdaran kirin û got:
“Ez we ji Îmraliyê, bi hestên piştgiriya navneteweyî û azadiyê silav dikim.
Ez hêvî dikim ku konferansa we ji bo avakirina yekîtiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn bibe alîkar."
"Rojhilata Navîn di qonaxeke girîng de ye"
Ocalan bal kişand ser rewşa herêmê û wiha pê de çû:
"Rojhilata Navîn îro di qonaxeke girîng de ye. Şer, pevçûn, çareseriyên dewlet-neteweyî û polîtîkayên ewlehiyê ji gelan re aştî û azadî neanîn. Ev yek êdî eşkere ye.
Ji ber vê yekê erkê me yê bingehîn ew e ku em dev ji siyaseta şer berdin û siyaseta demokratîk esas bigirin.
Divê em civakê bi rêxistin bikin û serdemeke nû ava bikin ku jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan misoger dike.
Perspektîfa konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk, yek ji sernavên sereke yên nîqaşê yên vê lêgerînê ne."
"Fesixkirina PKKyê destpêka serdemeke nû ye"
Ocalan di peyama xwe de qala danîna çekan û dawîanîna li PKKyê kir û wiha axivî:
"Fesixkirina PKKyê û bidawîbûna stratejiya têkoşîna çekdarî, divê wekî destpêka serdemeke nû werin dîtin. Ev guherîn nêzîkbûn û dîtineke nû ya ji bo mijarê jî ferz dike.
Divê em bi eşkereyî bibêjin ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tenê nayê wateya aştiyê.
Ji bo ku di encama pêvajoyê de aştî mayînde bibe, divê sedemên pevçûnê ji holê werin rakirin.
Pêwîst e hebûn, ziman û çanda Kurdî werin misogerkirin, astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û hemwelatiya wekhev bigihîje garantiya hiqûqî."
"Divê bibe veguherîneke demokratîk"
Ocalan li ser mijara entegrasyonê û demokrasiyê jî ev agahî dan:
"Entegrasyona demokratîk, ne lihevanîneke yekalî ye û ne jî tevlîbûna bêşert a di nav sazûmaniya heyî de ye.
Berevajî vê yekê, divê ev bibe veguherîneke demokratîk ku cihêrengî nayên înkarkirin, maf tên naskirin û jiyana hevpar li ser bingeha wekheviyê tê avakirin.
Garantiya siyaseta demokratîk komara demokratîk e, garantiya civaka demokratîk jî hiqûq e.
Bêyî garantiyên hiqûqî, siyaseta demokratîk mayînde nabe û pêvajoya aştiyê jî bi ser nakeve.
Çareserkirina pirsgirêka Kurdan, ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nayê dîtin.
Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ji derketina îradeyeke siyasî ku jiyana hevpar, wekhev û azad a gelan dabîn dike cuda nîne."
"Paşeroja Rojhilata Navîn di avakirina civaka demokratîk de ye"
Ocalan di beşa dawî ya peyama xwe de got:
"Tişta ku îro pêwîstî pê heye ev e: Li şûna siyaseta şer siyaseta demokratîk, li şûna înkarê naskirin, li şûna zorê hiqûq û li şûna perçebûna civakî jiyana hevpar a azad û wekhev.
Ev veguherîn ferz dike ku dewlet û aktorên siyasî berpirsyariyê bigirin ser milên xwe. Divê saziyên demokratîk zêdetir werin xurtkirin û civak li ser paşeroja xwe bibe xwedî gotin û biryar.
Paşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û pêwendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekîtiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye.
Divê siyaset bikeve şûna çekan, hiqûq bikeve şûna bêbaweriyê û wekhevî bikeve şûna înkarê. Rêya aştiya mayînde ev e."
.webp&w=3840&q=75)


