Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî konferanseke li Îtalyayê bû û got, “Demokrasî ji herêmê bi pêş dikeve.”
Konferans li bajarê Torînoyê bi navê “Perspektîfeke ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn” hat lidarxistin.
Serra Bucakê di konferansê de qala tecrubeya hevserokatiyê û rola birêvebiriyên herêmî ya di avakirina civakeke demokratîk de kir.
Bucakê da zanîn ku pêvajoya aştiyê bêyî gavên şênber ên dewletê nikare baweriyê ava bike.
Wê destnîşan kir ku ev yek bi taybetî di warê demokrasiya herêmî de pêwîst e.
Konferans bi hevkariya Şaredariya Torînoyê, Komîteya Herêmî ya Mafên Mirovan û Birêvebiriya Herêmî ya Piemonteyê hat lidarxistin. Her wiha Weqfa Banka Teserûfê ya Torînoyê jî piştgirî da konferansê.
Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamenterên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Dîlan Kunt Ayan tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.
“Demokrasî ji herêmê bi pêş dikeve”
Serra Bucak di gotara destpêkê ya konferansê de bi Kurdî axivî.
Wê qala tecrubeya birêvebiriyên herêmî wekî bingeha avakirina civakeke demokratîk kir.
Bucakê di axaftina xwe de bal kişand ser pergalên birêvebiriya şaredariyan, pergala hevserokatiyê û xweseriya herêmî.
Wê her wiha beşdariya demokratîk û berxwedana li hemberî zextên desthilata navendî û tayînkirina qeyûman jî nirxandin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da zanîn ku li welatên wekî Tirkiyeyê pêvajoyên şer derbas bûne.
Wê anî zimên ku nakokiyên di navbera birêvebiriyên navendî û herêmî de pirsgirêkên girîng derdixin holê.
Bucakê diyar kir ku civaka demokratîk û birêvebiriya demokratîk bi ferzkirinên dewleta netewe nayên avakirin.
Li gorî gotina wê, ev yek li tax û gundan, li meclîsên gel, jin û ciwanan bi pêş dikevin.
Wê li ser vê yekê jî got, "Şaredarî yek ji qadên sereke ye ku gel tê de bi demokrasiyê re têkiliyê datîne."
Her wiha destnîşan kir ku gel bi vî awayî xwe bi xwe bi rê ve dibe û ji bo pirsgirêkên xwe çareseriyan peyda dike.
Bucakê her wiha bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê got ku ev destwerdan berê gelek caran pêk hatiye û hîn jî didome.
Pergala hevserokatiyê
Bucakê di beşa din a axaftina xwe de tecrubeya pergala hevserokatiyê wekî yek ji pîvanên demokrasiyê nirxand.
Wê anî zimên ku ji sala 2014an ve tevgera demokrasiyê ya Kurd şaredarî bi dest xistine û ew şaredarî ji aliyê hevserokekî mêr û hevserokeke jin ve bi hev re tên birêvebirin.
Wê diyar kir ku biryar bi hev re tên standin û berpirsyariya birêvebiriyê jî bi hev re li hemberî gel tê hilgirtin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her wiha rexne li dabeşkirina budce û desthilatdariyê ya di navbera birêvebiriyên navendî û herêmî de girt.
Wê got ku ev nakokî dibe sedema plansaziyên şaş û ev şaşî di warên ax, av, enerjî, avhewa û mafên ajelan de rû didin.
Bucakê diyar kir ku li hemberî siyaseta yekperest a dewletên netewe projeya wan bingeha xwe ji komîn û taxan digir û bi vî awayî hêza herêmî ji jêr ber bi jor ve bi pêş dikeve.
Wê bal kişand ser pirrengiya Amedê û got ku Kurd, Tirk, Ereb, Suryan û Ermen li bajêr bi hev re dijîn û ji ber vê yekê divê biryarên têkildarî jiyana wan jî bi hev re werin standin.
“Pêvajoyê deriyekî nû vekir”
Bucakê di beşa dawî ya axaftina xwe de bal kişand ser banga Ocalan a 27ê Sibatê û got ku banga Ocalan deriyekî nû vekiriye lê divê dewlet jî gavên xwe biavêje.
Wê diyar kir ku demokrasiya herêmî dê bibe yek ji tecrubeyên herî girîng ên vê pêvajoyê.
Li gorî Bucakê, heke qeyûm hîn li ser şaredariyan bin an jî milkên şaredariyan neyên vegerandin pêvajoyeke aştiyê nikare baweriyê ava bike.
Bucakê anî zimên ku Kurdan di têkoşîna xwe de bawerî û îradeyeke xurt nîşan daye û divê gavên dewletê bandorê li jiyana rojane ya gel bikin.
Wê bangî Tirkiyeyê kir ku şertê li ser Peymana Ewropayê ya Xweseriya Birêvebiriyên Herêmî rabike.
Her wiha wê ji Kongreya Birêvebiriyên Herêmî ya Konseya Ewropayê xwest ku pêvajoyê bişopînin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her wiha xwest ku şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin demildest werin vegerandin.
Wê di dawiya axaftina xwe de bangî hêzên demokratîk ên navneteweyî kir û xwest ku ew li hemberî van destwerdanan helwesteke xurttir nîşan bidin.



