Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê ragihand ku Washington li bendê ye Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî pêbendî wan sozan be ku pêştir dabûn Serokê Amerîkayê Donald Trump bi cih bîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiv da pirsa Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.
Pirs li ser kabîneya Zeydî û dilgiraniyên Kongreya Amerîkayê yên li ser destnîşankirina yek ji alîkarên wî bû.
Berdevkê Amerîkayî li ser mijarê got:
"Amerîka li bendê ye ku Serokwezîr Zeydî pêbendî wan sozan be ku tîrmehê dabûn Serok Trump.
Di nav van sozan de rûbirûbûna terorê, rêlibergirtina êrişên li nav axa Îraqê û ji axa Îraqê ber bi derve ve hene.
Her wiha avakirina şirîkatiyekê di navbera Amerîka û Îraqê de heye ku xizmeta berjewendiyên her du welatan bike."
"Siyaseta Washingtonê ya li hemberî Bexdayê neguherbar e"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ducare kir ku siyaseta Washingtonê ya li hemberî Bexdayê neguherbar e û got:
"Armanca me wekî xwe dimîne: Îraqeke xwedî serwerî, aram û bipêşketî ku bikaribe bi awayekî herî baş xizmeta gelê xwe bike û sûdê bigihîne herêmê."
Dilgiraniyên Kongreyê yên li ser pêkhateya hikûmetê
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku sêşemê Parlamentoya Îraqê bawerî da beşek ji wezîrên kabîneya Zeydî.
Ji ber nakokiyên li ser posta alîkarê serokwezîr û wezaretên ewlehiyê, pêvajo rastî alozî û bertekên tund hat.
Vê rewşê dilgiraniya aliyên navneteweyî û Kongreya Amerîkayê ya li ser hegemonyaya milîsan a di kabîneya nû de zêde kir.
Sedema sereke ya vê dilgiraniyê ew e ku ew kesayetî nêzîkî wan komên çekdar e ku ji aliyê Washingtonê ve ketine lîsteya terorê.
Endamên Kongreyê hişyariyê didin ku dayîna postekî payebilind ê biryarder ji bo wî baskî, dê desthilata destwerdana di dosyeyên ewlehiyê, kontrolkirina dezgehên îstixbaratê û biryarên hestiyar ên dewletê bide wan.
Li gorî endamên Kongreyê, ev gav rasterast dibe gef li ser berjewendiyên ewlehiyê yên Amerîkayê yên li herêmê.
"Xetên sor ên Washingtonê"
Ev peyama Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di heman demê de amajeyek e ji bo wan lihevkirin û xetên sor ên ku tîrmeha borî di navbera Donald Trump û Serokwezîrê Îraqê de hatibûn diyarkirin.
Bi taybetî jî di mijara bidawîanîna êrişên bi dron û mûşekan yên ji nav axa Îraqê de.
Girêdana şirîkatiya paşerojê bi van sozan re, peyameke zelal a Washingtonê ye.
Li gorî vê peyamê, berdewamiya alîkariyên leşkerî, piştgiriya siyasî û tewra hêsankirinên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê yên ji bo tevgera dolaran a Banka Navendî ya Îraqê, bi wê ve girêdayî ne ka kabîneya Bexdayê dê çi qas bikaribe desthilata milîsan sînordar bike û rê li ber kontrolkirina dezgehên hikûmetê bigire.



