New York (Rûdaw) - Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Koçberên Navxweyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Kurdên ku vegeriyane Efrînê ji ber vegera li ser axa xwe dilxweş in lê vegera fîzîkî bi tenê têrê nake.
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Koçberên Navxweyî Paula Gaviria Betancurê da zanîn ku pirsgirêka sereke ya xelkê nebûna çavkaniyên debara jiyanê, nebûna rêyên guncav û kêmasiya xizmetguzariyên tenduristiyê ye.
Raportora Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdula da.
Namo Ebdula li ser rewşa wan Kurdan pirsî ku sala 2018an ji Efrînê û Kanûna Paşîn a îsal ji taxên Kurdan ên li Helebê koçber bûbûn.
Betancurê eşkere kir ku wê meha Tîrmehê di serdana xwe ya yekem a fermî ya li Sûriyeyê de, li Efrînê beşek ji wan koçberên vegeriyane dîtiye.
Raportora Neteweyên Yekbûyî got:
"Ew dilxweş in ku vegeriyane û hest dikin ku ew der mala wan e lê vegera fîzîkî tenê bingeh e û bi tenê nabe çareserî.
Dema ez bi wan re civiyam, min dît ku çavkaniyên wan ên debara jiyanê nînin û pêdiviya wan a zêde bi rê û xizmetguzariyên tenduristiyê heye.
Dibe ku nebûna van derfetan sedema sereke be ku rê li ber vegera wan kesên hîn koçber in digire."
Betancurê li ser helwesta fermî ya desthilatdaran jî diyar kir ku hikûmet hewl dide û ji bo hembêzkirina koçberan xwedî nêrînekê ye lê pêşniyara wê ya sereke ji bo aliyên pêwendîdar ew e ku divê bizanin pêvajoya vegerê ji vegerandina fîzîkî ya xelkê pir berfirehtir e.
Mafên destûrî û perwerdeya bi Kurdî
Betancurê bal kişand ser mijara mafên destûrî û çandî jî û anî zimên:
"Pirsgirêka Kurdan ev e ku pêvajoya tevlîbûna wan di destûrê û qonaxa veguhastinê de dê çawa bi rê ve biçe.
Her wiha dê ji aliyê çandî, ziman, bernameyên xwendinê û dibistanan ve çawa miamele li gel wan were kirin.
Bi nêrîna min pêwîst e ev pêvajo bi awayekî gav bi gav dest pê bike."
Raportora Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê jî destnîşan kir ku di hevdîtinên li gel xelkê de wê hest bi pirsgirêkeke ewlehiyê nekiriye û li pey çû:
"Ez nikarim li şûna kesên hîn venegeriyane biaxivim lê ew kesên ku min ew dîtin geşbîn in, pêşniyarên wan ên zêde hene, dixwazin di dan û standinan de cihê wan hebe û dengê wan bê bihîstin.
Bi giştî pirsgirêka wan a herî mezin debar û nebûna bersiveke giştgir a ji bo pirsên wan e."
Rewşa Efrînê
Dosyeya koçberbûna xelkê Efrînê vedigere destpêka sala 2018an.
Ji ber operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê, zêdetirî 300 hezar Kurdên ku piraniya şêniyên herêmê bûn neçar man ji cih û warên xwe derkevin.
Ew ber bi kampên herêma Şehbayê, derdora Helebê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve koçber bûn.
Tevî derbasbûna salan, malbatên Kurd ên ku van demên dawiyê biryara vegera li ser axa xwe daye rûbirûyî bi dehan astengiyên giran ên mirovî û aborî dibin.
Di nav van de wêranbûna binesaziya sereke, nebûna elektrîk û ava vexwarinê, rawestana xizmetguzariyên nexweşxaneyan û nebûna rêyên guncav hene.
Paula Gaviria Betancur kî ye?
Paula Gaviria Betancur parêzereke Kolombiyayî û pispora koçberiyê ye.
Ew berê wekî Şêwirmenda Serokkomarê Kolombiyayê ya Kar û Barên Mafên Mirovan xebitiye.
Sala 2022yan ji aliyê Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve wekî Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Koçberên Navxweyî hat erkdarkirin û 10 heta 21ê Tîrmeha îsal jî çûbû Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.


