Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Misirê pejirandina peymana qadên deryayî ya di navbera Tirkiye û parlamentoya Lîbyayê de red kir.
Qahîreyê ragihand ku ev peyman "ji aliyê hiqûqî ve betal e" û binpêkirineke "eşkere" ya li hemberî mafên wan ên serweriyê yên li Deryaya Spî ye.
Di daxuyaniya fermî ya Wezaretê de ku 21ê Çiriya Pêşîn a 2026an hat belavkirin hat gotin ku bîrnameya hevtêgihiştinê ya sala 2019an a di navbera Serokê berê yê Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî ya Lîbyayê Fayîz es-Serac û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin "bi temamî neyasayî û betal e."
Her wiha hat diyarkirin ku erêkirina vê peymanê ya ji aliyê Civata Nûneran a Lîbyayê ve ji bo Misirê ti encamên hiqûqî bi xwe re naîne.
Wezareta Karên Derve ya Misirê tekez kir ku ev bîrname li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî ya deryayî û rêzikên Peymana Deryayî ya Neteweyên Yekbûyî (1982) ye ku girêdayî Herêma Aborî ya Taybet û qada bejahî ne.
Hat destnîşankirin ku nexşeya pêvekirî ya peymanê jî rasterast destwerdanê li qada aborî û serweriya Misirê ya li Deryaya Spî dike.
"Mafê me yê bersivdanê parastî ye"
Misirê bi bîr xist ku wan berê jî dijberiya xwe ya li hemberî peymanê ragihandiye.
Qahîreyê diyar kir ku ew dê hemû wan gavan red bikin ku vê peymanê wekî hincet nîşan didin û bi sînorên deryayî yên Misirê re li hev nakin.
Wezaretê her wiha ragihand ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mafê wan ê bersivdana her hewldana ku zererê bide berjewendî û serweriya wan parastî ye.
YEyê jî şermezar kir
Daxuyaniya Misirê piştî berteka heman rojê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) hat.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê pejirandina peymanê ya ji aliyê parlamentoya Lîbyayê ve şermezar kir.
Von der Leyenê destnîşan kir ku ev yek binpêkirina serweriya Yunanistan û Qibrisê ye.
Parlamentoya Lîbyayê ya li rojhilatê welêt sala 2019an bi temamî li dijî peymana deryayî ya li gel Tirkiyeyê derketibû ku li Trablûsê hatibû îmzekirin.
Lê erêkirina niha ya parlamenteran aloziya dîplomatîk û stratejîk a li Rojhilatê Deryaya Spî zêde kir.
Tifaqa Qahîre, Atîna û Lefkoşayê
Misirê sala 2020î li gel Yunanistanê peymaneke fermî ya deryayî îmze kiribû ku sînorê aborî yê hevpar diyar dike.
Qahîre peymana Tirkiye û Lîbyayê wekî gefeke rasterast a li ser para xwe ya ji qadên petrol û gaza xwezayî ya li Deryaya Spî dibîne.
Vê rewşê rê li ber tifaqa bihêz a di navbera Qahîre, Atîna û Lefkoşayê de vekir da ku li dijî polîtîkayên Enqereyê bisekinin ên ku Qahîre wan wekî "berfirehxaz" binav dike.



