New York (Rûdaw) - Li gorî lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî, bi dehan êrişên Amerîkayê yên li ser belemên biçûk ên li nêzîkî Amerîkaya Latîn bi gumana hilgirtina madeyên hişbir, "tawanên li dijî mirovahiyê" ne.
Lêkolîneran roja pêncşemê daxwaz kir ku ji ber van êrişan lêpirsîn bi berpirsên herî bilind ên Amerîkayê re were kirin.
Raportvanê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Ben Saul li ser mijarê got:
"Pênaseya tawana li dijî mirovahiyê, êrişeke sîstematîk an jî berfireh a li ser sivîlan e.
71 êrişên leşkerî, siyaseta dewletê ya ji bo pêkanîna vê yekê ya ji astên herî bilind ên hikûmeta Amerîkayê û paşê jî kuştina 239 kesan, ev yek tawana li dijî mirovahiyê ye."
Gelo Trump berpirsyar e?
Nûçegihanê Rûdawê yê li New Yorkê Namo Ebdula ji Raportvanê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Ben Saul pirsî, "Gelo tu difikirî ku Serok Trump û ew berpirsên ku fermana van êrişan daye, berpirsyariya tawanên şexsî li stûyê wan e?"
Ben Saul di bersiva vê pirsê de wiha axivî:
"Qanûna navneteweyî ne tenê berpirsyariya fermandariya leşkerî, berpirsyariya çavdêriya sivîlan jî dixwaze.
Loma berpirsyariya dawî dikeve stûyê her kesê ku fermana van êrişan daye.
Bê guman, niha li gorî pergala Amerîkayê, herî kêm Wezîrê Parastinê û Serokê Amerîkayê di dawiyê de ew alî ne ku biryara ketina şer, bikaranîna hêza leşkerî û fermana bicihkirinê ya ji bo bikaranîna artêşê didin."
"Êriş qanûnî ne"
Washington dibêje ku êriş qanûnî ne, çimkî Amerîka li gel komên madeyên hişbir di "pevçûneke çekdarî" de ye û wan wekî rêxistinên terorîstî pênase dike.
Îdareya Trump dibêje ku ew pêngav ji bo rawestandina wan madeyan e ku salane dibin sedema mirina bi dehan hezar Amerîkiyan.
Li gorî amarên hikûmetê, sala borî nêzîkî 70 hezar Amerîkî ji ber madeyên hişbir canê xwe ji dest daye.
Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di daxuyaniyekê de got ku Saul "Zêdetir xema canê terorîstên madeyên hişbir dixwe, ne xema wan civakên ku ew wêran dikin."
Waltz her wiha diyar kir ku ofîsa Saul 150 hezar dolar ji Çînê wergirtine.
Li hemberî vê yekê Saul jî dibêje ku Çîn jî wekî welatên din pereyan dibexşîne Neteweyên Yekbûyî û bandora wan li ser karên wî nîne.
"Şerê li dijî madeyên hişbir divê qanûnî be"
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaza rêzgirtina li qanûna navneteweyî dike.
Lê ew nabêje bê gelo Guterres van êrişan wekî tawana li dijî mirovahiyê dibîne an na.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric anî zimên:
"Em ji ber wan êrişan gelekî dilgiran bûn ku li dijî wan beleman tên kirin ku gumana qaçaxçitiya madeyên hişbir li ser wan heye.
Pêwîst e em rêzgirtina li qanûna navneteweyî bibînin. Wekî ku hûn jî dizanin, pêwîst e şerê li dijî madeyên hişbir ên neqanûnî şerek be ku bi rêya hevkariyê û di çarçoveya qanûnê de bê kirin."
Ev êrişên Amerîkayê didomin. Divê were gotin ku Amerîka ne endama Dadgeha Tawanên Navneteweyî ye.
Amerîkayê beriya niha ceza li çend dadwerên wê dadgehê birin û vê mehê ceza li dadgehê bi xwe jî bir. Îdareya Trump pêdagiriyê dike ku ew operasyon qanûnî ne.


