Dusseldorf (Rûdaw) - Li Daîreya Biyaniyan a bajarê Kolnê yê Almanyayê dosyeyeke gendeliyê hat eşkerekirin û ji ber vê yekê mafê mayînê ji gelek penaxwazan tê standin.
Şaredariya Kolnê ragihand ku karmendeke daîreyê ya bi navê Subha L.ya 37 salî bi rêya gendeliyê mafê mayînê daye gelek penaxwazan.
Hat diyarkirin ku wê bi vê rêyê li gel hevjînê xwe 73 hezar euro bi dest xistiye.
Li gorî lêkolînên ku heta niha hatine kirin, Subhayê tevî hevjînê xwe û 2 kesên din toreke qaçaxçîtiya koçberan bi rê ve biriye.
Wan koçber ji Qibrisê bi belgeyên sexte yên zewaca bi welatiyên Bulgar re birine Almanyayê.
Li Almanyayê jî bi rêya van belgeyên sexte mafê mayînê ji wan re xwestine.
Kesê ku biryar li ser dosye û serlêdanan daye jî her Subha bi xwe bûye û rasterast mafê mayînê daye wan penaxwazan.
Ew karmenda Daîreya Biyaniyan li navçeya Ehrenfeldê ya Kolnê dixebitî ku li wir hejmareke zêde ya Kurdên li diyasporayê dijîn.
Niha ji bilî ku mafê mayînê ji wan kesên ku Subhayê destûr dayê wan tê standin, ew karmend jî ji kar hatiye avêtin û dê were cezakirin.
Biryar e meha Sibatê ya sala bê Subha û endamên din ên torê li bajarê Darmstadtê yê Almanyayê werin darizandin.
Parêzerê wê ragihandiye ku Subha amade ye li dadgehê hemû hûrgiliyên van tawanan li xwe mikur bê.


