Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Ebdulrehman yek ji wan koçberên Kurd e ku di ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re gihîştiye Yunanistanê.
Ew di daxuyaniyeke taybet a ji bo Rûdawê de hûrgiliyên wê rêwîtiya tijî metirsî tîne ziman ku ji Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û piştî bi dehan rojan di nav şert û mercên dijwar de, niha li kampeke Yunanistanê ye.
Sê ciwanên din ên ji Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî ji Rûdawê re behsa rewşa kampên Yunanistanê dikin.
Mihemed diyar kir ku rêwîtiya wî 15ê Îlonê ji Herêma Kurdistanê ber bi Stenbolê dest pê kiriye û şevekê li wir mane.
Paşê li gel komekê ber bi bajarê Edîrneyê yê li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê bi rê ketine û li wî bajarî çar şevan li benda dema derbasbûnê mane.
Li gorî gotina Mihemed, metirsî şeva derbasbûnê dest pê kiriye.
Saet 23:00yan qaçaxçiyê wan otomobîleke biçûk ji wan re şandiye û 8 kes lê siwar kirine.
Li ser rê deriyê otomobîlê ji nişka ve vebûye û hindik mabû ku rêwiyek bikeve xwarê lê bi mûcîzeyekê rizgar bûye.
Piştî nîv saetê ew li nêzîkî sînor peya kirine û li wir heta saet 02:30î li benda rêberê xwe mane.
Guleyên polîsên Tirkiyeyê û 3 saetan meşa di nav avê de
Mihemed di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de destnîşan kir ku koma wan ji nêzîkî 50 kesan pêk dihat ku 3 ji wan xelkê Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bûne.
Piştî ku nêzîkî saetekê bi pêyan meşiyane, polîsên nobedarên sînor ên Tirkiyeyê bi wan hesiyane û gule ber bi asman ve berdane.
Ew jî neçar mane xwe bavêjin nav zeviyeke garisan û nîv saetê ji tirsa girtinê xwe veşartine.
Piştî ku metirsî kêm bûye, dîsa ketine ser rêya ber bi sînor ve.
Mihemed anî zimên ku wan rûbarekî bi kûrahiya nîv metreyî derbas kiriye û got:
"Ji bo ku em ji polîsên sînor ên Tirkiye û Yunanistanê dûr bikevin û neyên girtin, em nêzîkî 3 saetan di nav avê de meşiyan."
Piştî derbaskirina rûbar, Mihemed û hevalên xwe gihîştine nav daristaneke çir û 2 şev û 2 rojan li wir mane.
Di wê demê de ji bo xwarinê tenê pakêteke biskuwîtê pê re hebûye.
24 şevan di girtîgehê de man
Kanîwar Mehmûd ciwanekî ji bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Wî ciwanî ji Rûdawê re eşkere kir ku piştî temambûna wan 2 rojan derbasî Yunanistanê bûne û li wir jî saetekê meşiyane.
Pişt re qaçaxçî ji bo birina Atînayê otomobîlek ji wan re şandiye lê piştî 5 xulekan polîsên Yunanistanê rê li ber wan girtiye û ew desteser kirine.
Li gorî gotina wî ciwanî, polîsên Yunanistanê koçber veguhastine girtîgehê û 24 şevan bêyî telefon û pêwendî ew li wir hiştine.
Kanîwar anî zimên:
"Rewşa girtîgehê gelekî xirab bû. Ji ber qerebalixiya zêde cih nemabû.
Di salonekê de 72 kes diman û li ser textê razanê yê du metreyî 4 kes radizan."
Kampa Fylakioyê û kêmbûna xwarinê
Elî Husên ciwanekî ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku di nav heman komê de bûye.
Wî ji Rûdawê re da zanîn ku piştî 24 şevan ew birine kampeke bi navê Kampa Fylakioyê û li wir telefonên wan dane wan.
Elî got:
"Ev kamp bi temamî girtî ye û derfet nînin ku mirov derkeve derve.
Ji aliyê cihê razanê û xizmetguzariyan ve baş e lê pirsgirêka me ya herî mezin kêmbûna xwarinê ye."
Wî koçberê ji Rojhilatê Kurdistanê tekez kir ku xwarina kampê têra wan nake û lewma piraniya caran birçî dimînin.
Rewşa Kurdan a li kampên din
Silêmanê ji Bakurê Kurdistanê jî hevalê wan 3 ciwanan e.
Wî ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa kampên din ên Yunanistanê, bi taybetî yên li nêzîkî Atînayê, ji ya kampa wan baştir e.
Silêman da zanîn ku ew bi dehan ciwanên Rojavayê Kurdistanê li kampên Yunanistanê nas dike û anî zimên:
"Li 6 kampên Yunanistanê, di her yekê de di navbera 15 heta 30 Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê hene."



