New York (Rûdaw) - Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Rûdawê re ragihand, "Divê desthilatdarên Sûriyeyê piştrast bikin ku hemû netewe û kêmneteweyên Sûriyeyê xwe di nav ewlehiyê de bibînin."
Îro dema nêzîkî 100 malbatên Kurd vedigeriyan Girê Spî, rastî êrişa Erebên hawirde hatin.
Di êrişê de otomobîlên wan hatin şewitandin û wan çend demjimêran xwe li avahiyeke hikûmetê veşart.
Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Daniela Gross de Almeidayê bersiva pirsên Rûdawê da û got:
"Girîng e ku her kes, netewe, kêmnetewe, hindikahiyên olî û hindikahiyên neteweyî yên Sûriyeyê li welatê xwe xwe di ewlehiyê de bibînin.
Ev jî berpirsyariya desthilatdarên demkî ye, berpirsyariya desthilatdaran e ku piştrast bikin ku rewş wiha be."
Êrişa li dijî malbatên Kurd ên vedigeriyan
Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Daniela Gross de Almeidayê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdula da.
Rûdaw: Li ser Sûriyeyê: Îro li Girê Spî komekê êrişî wan malbatên Kurd kir ku vegeriyabûn da ku malên xwe wergirin. Wan otomobîlên wan şewitandin û wiha kir ku nêzîkî 100 malbat çend demjimêran xwe di avahiyeke hikûmetê de veşêrin. Ev ji meha Tebaxê ve êrişa duyem e li ser wan Kurdên ku hewl dane vegerin. Gelo ti peyameke Sekreterê Giştî ji bo desthilatdarên Sûriyeyê heye? Her wiha gelo rola Neteweyên Yekbûyî di van vegeran de heye?
Daniela Gross de Almeida: Bi rastî min ew rapor nedîtine lê wekî ku me çend caran li vir jî aniye zimên, girîng e ku her kes, netewe, kêmnetewe, hindikahiyên olî û hindikahiyên neteweyî yên Sûriyeyê li welatê xwe xwe di ewlehiyê de bibînin. Ev berpirsyariya desthilatdarên demkî ye, berpirsyariya desthilatdaran e ku piştrast bikin ku rewş wiha be.



