Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack li ser pêvajoya dîplomasî û dan û standinên li herêmê ragihand ku li ser pêvajoya dan û standinên bi Îranê re alî gelekî nêzîkî peymanekê ne.
Barrack amaje bi wê yekê jî kir ku gav ber bi aramkirina aloziyan û rawestandina operasyonên leşkerî ve diçin.
Tom Barrack, di hevpeyvînekê de li gel CNNê diyar kir ku wan li ser dan û standinên bi Îranê re pesnê rola navbeynkarên herêmî daye û got:
"Qeter, Pakistan û hemû hevalbendên me roleke gelekî baş lîst da ku me li ser maseya diyalogê bînin ba hev."
Barrack her wiha da zanîn ku niha ew gelekî nêzîk in ku bêhnekê bidin herêmê û pileya germahiya pevçûnên li herêmê daxînin.
Wî eşkere kir ku her çendî nayê çaverêkirin ku yekser çareseriyeke giştgir û dawî derkeve holê jî lê ev yek dê derfetê bide herêmê ku aramiya xwe û rîtma xwe ya asayî bibîne.
"Di nav du hefteyan de gavên berbiçav tên avêtin"
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê eşkere kir ku tê çaverêkirin di nava du hefteyên bê de gavên berbiçav ji bo aramkirinê, destpêkirina diyalogê û rawestandina çalakiyên leşkerî bên avêtin.
Her wiha di navbera du heta sê hefteyên bê de hemû hewl tên dayîn da ku girêk û aloziyên vê krîzê bi gavên rast werin çareserkirin.
"Bijardeya leşkerî cidî ye lê nayê xwestin"
Barrack li ser gefên leşkerî û bijardeyên li ser maseyê, tekez kir ku Serokê Amerîkayê û îdareya wî bijardeya leşkerî gelekî cidî digirin lê di heman demê de hemû hewl û bijardeyan diceribînin da ku berê xwe nedin wê bijardeyê.
Barrack di dawiya axaftina xwe de ducare kir ku Washington bi tenê nikare hemû pirsgirêkên herêmê û derdora wê çareser bike.
Wî anî zimên ku pêwîst e dewletên herêmê bixwe bi rengekî rasteqîn berpirsyariya çareserkirina krîzan hilgirin ser milê xwe.
Li gorî Barrack, serkeftina vê pêvajoyê di vê qonaxê de hewceyî dem, sebir û berpirsyariyê ye.
Nameya JD Vance û hişyariya Trump
Ev daxuyanî di demekê de ne ku gefên Amerîka û Îranê yên li hemberî hevdû li ser îhtimala destpêkirina şer didomin.
Di heman demê de, hewlên her du aliyan û yên welatên navbeynkar ên ji bo gihîştina peymanekê jî didomin.
Li gorî berpirsên Amerîkî yên ku ji bo medyaya welatê xwe axivîne, Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ji bo destpêkirina dan û standinan nameyek ji Sekreterê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rezaî re şandiye.
Hefteya borî jî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû, eger Tehran ji bo peymanekê gavên pêwîst neavêje, piştî hilbijartinên navberê îhtimal heye ku ew êrişî Îranê bikin.



