Hewlêr (Rûdaw) - Xortekî Kurd ê ji navçeya Selmasê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, salek û şeş meh in li welatê Maliyê yê Afrîkayê ji aliyê komeke çekdar ve hatiye revandin û wekî rehîne tê girtin.
Malbata wî ji bo rizgarkirina wî alîkariyê dixwaze.
Xwişka wî xortî Suheyla Helîmiyê ji Rûdawê re axivî û li ser çîroka birayê xwe Efşar Helîmî got:
"Beriya niha bi du salan birayê min bi rêya şirketeke Tirkiyeyê ji bo ku bixebite çû Maliya Afrîkayê.
Ew şeş mehan li wir xebitî û pêwendiya me pê re hebû. Lê paşê xwediyê şirketê telefonî me kir û got ku Efşar ji aliyê komeke çekdar ve hatiye revandin."
Suheyla Helîmiyê destnîşan kir ku ji wê demê ve salek û şeş meh derbas bûne û çarenivîsa birayê wê nediyar e.
“Ji bo berdana wî pere xwestine”
Suheyla Helîmiyê li ser rewşa birayê xwe ev agahî dan:
"Wê koma ku birayê min revandiye, pêwendî bi Balyozxaneya Îranê ya li Maliyê re daniye. Ji bo berdana wî pere xwestine lê nedane zanîn bê ka wan çend pere xwestine."
Xemsariya rayedarên Îranê
Xwişka wî welatiyê Kurd rexne li xemsariya rayedarên fermî yên Îranê girtin û anî zimên:
"Berê birayê min bi xwe jî ji balyozxaneya Îranê daxwaz kiribû ku bi hawara wî ve biçin. Me jî bi xwe gelek caran ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir ku ji bo rizgarkirina birayê min bikevin dewrê lê heta niha wan ti bersivek nedaye me."
Wêneyê wî di medyaya Afrîkayê de hatiye dîtin
Suheyla Helîmiyê her wiha eşkere kir ku di demên dawî de di medyaya Afrîkayê de nûçeyek li ser çend rehîneyên li Maliyê hatiye belavkirin.
Wê dît ku wêneyê birayê wê Efşar jî di nav wan kesan de ye.
Ji ber vê yekê ew ji rêxistinên mirovî û aliyên pêwendîdar daxwaz dike ku alîkariya wan bikin da ku birayê wê bi saxî ji destê wê koma çekdar bê rizgarkirin.



