Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer yê Amerîkayê Pete Hegseth li ser pêvajoya dûrxistina ji peywira xwe û operasyonên leşkerî daxuyanî da.
Hegseth hewldana Kongreyê ya ji bo dûrxistina ji peywira xwe wekî "şoweke siyasî" bi nav kir û got ku ew li pişt hemû operasyonan e.
Hegseth anî zimên, "Ji bo şoweke siyasî dixwazin min ji peywirê dûrbixin. Ez li pişt hemû operasyonan bi biryardarî radiwestim."
Wezîrê Şer diyar kir ku operasyonên Îran, Yemen û Maduro "erkên yasayî" bûn û tekez kir ku ferman ji aliyê Serok Donald Trump ve hatiye dayîn û got "Careke din jî be, ez dê dîsa bikim."
Daxuyaniya piştgiriyê ya Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyên Hegseth nirxandin û piştgirî da Wezîrê Şer û got:
"Parastina Pete Hegseth a li hemberî endamê berê yê Kongreyê Thomas Massie ku hêrsbûyî, têkçûyî û serbiderketiye, ji min pênc stêrk û pileyeke herî bilind wergirt."
"Careke din be ez dê dîsa bikim"
Beşên girîng ên axaftina Hegseth wiha ne:
"Ji bo şoweke siyasî dixwazin min ji peywirê dûr bixin. Ez li pişt hemû operasyonan bi biryardarî radiwestim.
Dema ku endamê Kongreyê yê di hilbijartinan de têk çûyî pêşnûmaya ji dûrxistina pêywirê amade dikir, me di nava 20 salan de cara ewil mafên leşkerên xwe zêde kirin.
Hemû beşên artêşê di hejmara xwebexşan de rekor şikand. Nîvê çaverêkirinên salane di roja yekem de bi cih hatin."
Hegseth her wiha got, "Piştî pêvajoya du salan, hejmara kesên ku di leşkeriyê de man jî zêde bû.
Cudahiya navbera dema Biden û dema Trump wekî şev û rojê bû. Operasyonên Îran, Yemen û Maduro erkên yasayî bûn.
Serok Trump ferman da. Me kelemçe li narko-terorîstan xist. Ez li pişt operasyonan im. Careke din be jî ez dê dîsa bikim."
"Dê an îstifa bike an jî bê avêtin"
Senatorê Komarî yê eyaleta Texasê Ted Cruz di bernameyeke podcastekê de diyar kir ku ji bo ji dûrxistina peywirê Hegseth pêşniyareke ji 8 xalan pêşkêşî Meclisa Nûneran hatiye kirin.
Cruz diyar kir ku heke xalên ji dûrxistina peywirê li Meclisa Nûneran bên qebûlkirin û pêvajo piştî Kanûna Paşîn a 2027an bimîne, Senatoya di bin kontrola Demokratan de dê vê yekê dirêj bike.
Cruz destnîşan kir ku Demokrat dê di vê pêvajoyê de bala xwe bidin ser mijarên ku di serdema Trump de li dijî wan bûn, wekî şerê li gel Îranê, û got:
"Hegseth dê an îstifa bike an jî Trump dê wî ji kar biavêje. Eger ev nebin, ne teqez be jî pir muhtemel e ku Meclisa Nûneran wî ji peywirê dûr bixe, ji ber ku xuya ye hejmara dengan têrê dike."
Cruz her wiha da zanîn ku Kongreya di bin kontrola Demokratan de dê herî kêm carekê Serok Trump û endamên kabîneya wî bike hedefa ji dûrxistina peywirê û anî zimên ku mîlyarderê Amerîkayî Elon Musk û hinek şirketên wî jî dê bibin hedefa rexneyan.
Ji bo dûrxistina Hegseth pêşniyara 8 xalan
Endamê Komarî yê Kongreya Amerîkayê Thomas Massie, pêşniyareke ji 8 xalan a ji bo Wezîrê Şer Pete Hegseth ji peywirê bê dûrxistin şandibû Meclisa Nûneran.
Massie, Hegseth bi encamdana heşt sûcên cuda yên ji dûrxistina peywirê tawanbar kiribû; di nav wan de destpêkirina şeran a bêyî destûra Kongreyê, lawazkirina parastina sivîlan û pêkanîna înfazên derveyî dadgehê hene.
Pêvajoya dûrxistina ji peywirê dê çawa bimeşe?
Di pergala siyasî ya Amerîkayê de pêvajoya dûrxistina ji peywirê li Meclisa Nûneran dest pê dike.
Eger xalên pêwendîdar werin qebûlkirin, darizandina sereke li Senatoyê tê kirin û pêvajoya biryardanê dest pê dike.
Li gorî vê yekê, heke piranî pêk were, Meclisa Nûneran dikare dosya sûcdarkirina Hegseth bişîne Senatoyê.
Di vê rewşê de Senato dê darizandina Hegseth bike ka sûcdar e an na û di rûniştinên xwe de van xalan binirxîne.
Ji bo ku Hegseth ji peywirê were avêtin, divê ji sê parên du parên endamên Senatoyê dengê erê bidin.
Eger hemû 100 senator beşdarî dengdanê bibin, ji bo vê biryarê pêwîstî bi 67 dengan heye.

.jpg&w=3840&q=75)

