Dusseldorf (Rûdaw) - Her şeş parlamenterên Kurd ên di Parlamentoya Swêdê de piştî serkeftina xwe ya di hilbijartinên dawî de, cara yekem bi diyasporaya Kurdistanê re civiyan.
Civîn bi hevkariya Federasyona Komeleyên Kurdan û Komîteya Hevkariya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê hat lidarxistin.
Di civînê de pîrozbahî li wan parlamenterên Kurd hat kirin ku ji partiyên cuda yên Swêdê bi ser ketine û derbasî parlamentoya wî welatî bûne.
“Em ji bo bihêzkirina pêwendiyan dixebitin”
Serokê Federasyona Diyasporaya Kurdistanî ya li Swêdê Selam Kurde li ser armanca civînê ji bernameya Diyasporayê re axivî û got:
"Ev çend sal in em dixebitin da ku wê tora pêwendiyan a di navbera Kurdan, Parlamentoya Swêdê û siyasetmedaran de bi pêş bixin.
Her wiha em dixwazin pêwendiyên Kurdên diyasporayê bi parlamentoyê re baştir bikin û li ser mijarên nû yên çawaniya alîkariya ji bo Kurdistanê biaxivin."
“Hebûna 6 parlamenteran cihê dilxweşiyê ye”
Selam Kurde her wiha da zanîn ku hebûna şeş parlamenterên Kurd di nav partiyên cuda yên Parlamentoya Swêdê de cihê dilxweşiyê ye û li pey çû:
“Siyaseta diyasporaya Kurdistanî ew e ku em xwe li gorî siyaset û yasayên wan welatên ku em lê dijîn biguncînin û wekî welatiyên wan welatan tevbigerin.”


.webp&w=3840&q=75)