Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Ereban ragihand ku wan beriya ku bigihêjin Riyadê 2 mûşekên balîstîk ên Hûsiyan têk birine.
Hevpeymaniya Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku wan 2 mûşekên balîstîk têk birine ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Riyada paytexta Erebistana Siûdî ve hatibûn avêtin.
Hevpeymaniyê her wiha li herêma rojhilat a ku bi petrolê dewlemend e 3 dron xistine xwarê.
Hûsiyên ku piraniya herêmên qelebalix ên Yemenê kontrol dikin di van rojên dawî de êrişên xwe yên li ser paytexta Erebistana Siûdî zêde kirine.
Hefteya borî jî di êrişeke Hûsiyan de zerer gihîştibû avahiyeke birêvebiriyê ya ser bi şirketa petrolê ya dewletê ya Erebistana Siûdî (Aramco) ya li navenda darayî ya Riyadê.
Li wê herêmê piraniya yedekên petrol û gaza Erebistana Siûdî hene.
Her wiha baregeha sereke ya şirketa Aramcoyê jî li wir e ku Çiriya Pêşîn a borî ji ber êrişekê zerereke mezin gihîştibûyê.



