Hewlêr (Rûdaw) - Agahiyên nû yên saziya îstixbarata Amerîkayê nîşan didin ku Îran mijûlî danîna çend planan e ji bo armanckirina berpirsên bilind ên birêvebiriya Donald Trump.
Li gorî agahiyan, Îran dixwaze bi rêya teqandina "bombeya qirêj" (bombeya tîşkder) an jî bikaranîna çekên kîmyawî li nav bajarê Washingtona paytext êrişî wan berpirsan bike.
Lê di nav navendên ewlehiyê yên Amerîkayê de li ser wê yekê nîqaş heye ka gelo şiyana Tehranê heye ku vê planê bi cih bîne yan na.
7 berpirsên Amerîkayê ji medyayê re ragihand ku li gorî nirxandinên îstixbaratî, ev plana Îranê niha tenê wekî vebijêrkekê li ber destê Tehranê ye û ne nîşaneya êrişeke yekser e.
Lê belê ew zanyariyên ku ketine destê îstixbarata Amerîkayê gelekî hûr in û cih û armancên diyarkirî li xwe digirin.
Vê yekê wiha kiriye ku li Washingtonê ji bo rûbirûbûna her metirsiyeke bi vî rengî zincîreyek civînên lezgîn ên ewlehiyê bên lidarxistin.
Berdevka Koşka Spî Lauren Bisê di daxuyaniyekê de got:
"Amerîka çavdêriya her gefê dike lê di vê demê de ti gefeke bawerpêkirî li ser welat nîne."
Li aliyê din, Nûnertiya Fermî ya Komara Îslamî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi tundî ev agahî red kirin.
Nûnertiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Îran "bikaranîna çekên kîmyawî di bin her şert û mercî de bi temamî neyasayî dibîne û bi hemû awayî wan tohmetên derew û çêkirî red dike ku li ser vê mijarê tên belavkirin."
Plana armanckirina berpirsên birêvebiriya Trump
Berpirsên Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku ev agahiyên îstixbaratî nîşaneya amadebûneke metirsîdar a Îranê ne ji bo berfirehkirina şer.
Ev yek piştî wê yekê tê ku Îran rûbirûyî zexteke gelekî giran a êrişên leşkerî yên domdar ên Amerîkayê û dorpêçeke aborî ya tund bûye ku berpirsên bilind ên Washingtonê dibêjin welat "wêran" kiriye.
Ev amar nîşan didin ku Tehran niha bi awayekî çalak plana êrişkirina nav axa Amerîkayê datîne, tevî ku hîn biryara dawî li ser bicihanîna wê nedaye jî.
Yek ji çavkaniyan got, "Ew yeka ku gelo bi rastî kes û karmendên meydanî yên Îranê ji bo bicihanîna vê planê li cihên xwe hene yan na, cihê nîqaşê ye."
Du berpirsên din jî eşkere kir ku hefteya borî berpirsên ewlehiyê yên Amerîkayê li ser çawaniya rûbirûbûna vê gefê çend civîn pêk anîne û ev yek wekî planeke "jîrane û pêşwext" hatiye wesifkirin.
Van metirsiyan wiha li Saziya Parastina Nihênî ya Serokatiyê (Secret Service) kir ku hefteya borî Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent veguhêze baregeheke leşkerî.
Planên Îranê yên li dijî berpirsên niha û yên berê yên Amerîkayê, di nav de plana kuştina Trump a sala 2024an, ji xula yekem a serokatiya Trump ve dom kiriye.
Lê berê zêdetir bal li ser derfeta kuştina berpirsên Amerîkayê bû di dema geştên wan ên ji bo derveyî welêt de.
"Bombeya qirêj" çi ye û madeyên wê çawa digihîjin Amerîkayê?
Berpirsên ewlehiyê hişyariyê didin ku Amerîka bi temamî li ber metirsiyê ye.
"Bombeya qirêj" ji tevlihevkirina madeyên tîşkder (radyoaktîf) û teqemeniyên asayî pêk tê û çêkirina wê ji aliyê teknîkî ve hêsan e.
Pêwîstiya Îranê pê nabe ku çekdarên rahênankirî ji derve bîne nav Amerîkayê, belkî tenê pêwîst e kesekî di nav Amerîkayê de razî bike da ku teqînê pêk bîne.
Li gorî agahiyên çavkaniyan, saziya îstixbarata Amerîkayê guh daye pêwendiyên telefonî û dengî yên aliyê Îranî.
Di wan pêwendiyan de qala wê yekê hatiye kirin ku wan madeyên teqînê li nav axa Amerîkayê embar kirine.
Çavkaniyekê got, "Ji ber ku sînorên me nêzîkî 10 salan ne tund bûn, gelekî hêsan bû ku çekdar û sîxur bên nav welêt" da ku keresteyên bombeyê amade bikin.
Her wiha berpirsên ewlehiya niştimanî di wê baweriyê de ne ku dibe madeyên atom û radyoaktîf ên Îranî ji mêj ve li nav axa Amerîkayê hebin.
Bi wateyeke din, şiyana leşkerî ya Îranê ya ji bo vê êrişê neguheriye lê tiştê ku guheriye palder û îradeya Tehranê ya ji bo tolhildanê ye.
Bombeya qirêj bi temamî ji bombeya atom cuda ye. Bombeya atom xwe dispêre parçebûna navikî û bi milyonan carî wêrankertir e.
Lê bombeya qirêj tenê radyoaktîfên metirsîdar bi hewayê de li çend kîlometreyan belav dike û piraniya qurbaniyên wê jî ji ber hêza teqînê dibin ne ji ber radyoaktîfê.
Pispor dibêjin, "Ev çek çeka teror û tirsandinê ye û ne çeka lêdana armancên hûr e, mîna êrişbarekî xwekuj e. Dikare gelek kesan nexweş bixe û devereke berfireh ji bo demeke dirêj ji jiyanê bêpar bihêle."
Yasaya sereke ya çavdêriyê ku rê dide saziyên îstixbaratê çavdêriya pêwendiyên welatiyên biyanî bikin, Hezîrana borî bi dawî bû.
Ev yek ji ber nakokiya di navbera Koşka Spî û Kongresê de ya li ser Birêvebirê berê yê bi wekalet ê Îstixbarata Niştimanî Bill Pulte çêbû.
Her çend fermanên çavdêriyê yên berî Hezîranê heta Adara 2027an derbasdar in jî berpirs hişyariyê didin ku eger yasa neyê nûkirin dê çeka herî bibandor a di destê wan de ya ji bo eşkerekirina terorê ji dest bidin.
Dozgerê Giştî Todd Blanche, Birêvebirê Îstixbarata Niştimanî Jay Clayton û Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe nameyek ji serkirdeyên her du partiyên Komarî û Demokrat re şand.
Wan ji Kongreyê xwest ku bi lez yasayê pesend bike û got ku derengxistina wê "di vê rewşa ewlehiyê ya hestiyar de jiyana Amerîkiyan a li welêt û ya leşkerên me yên li derve dixe metirsiyê."
Metirsiya çekên kîmyayî li ser hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn
Li aliyê din, berpirsên Amerîkayê bi hûrî çavdêriya zanyariyeke din a îstixbaratî dikin ku amaje pê dike dibe ku Îran li Rojhilata Navîn çekên kîmyayî li dijî leşkerên Amerîkayê bi kar bîne.
Ev agahî cara ewil ji aliyê rojnameya New York Timesê ve hat belavkirin.
Çend berpirsan bi eşkereyî mikur hatine ku kel û pelên pêwîst ên parastinê û rahênana temam a leşkerên Amerîkayê ji bo rûbirûbûna êrişeke bi vî rengî nînin.
Çavkaniyekê ji CNNê re ragihand ku ji ber vê dilgiraniyê planeke hevterîb hatiye danîn.
Li gorî planê, eger Îran li herêmê bi çekên kîmyawî êrişî dîplomatkar û karmendên îstixbarata Amerîkayê bike, dê ji bo wan kel û pelên xweparastinê bên dabînkirin û rahênan bi wan bê kirin.
Xitimîna li Tengava Hurmizê
Ev gef di demekê de derdikevin holê ku Amerîka û Îran li Tengava Hurmizê di nav rikeberiyeke dijwar de mane.
Dan û standinên ji bo bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê, vekirina tengavê û rawestandina şer heta niha bi ser neketine.
Her çend her du alî dixwazin bigihîjin peymanekê jî ti alî amade nîne tawîzên mezin bide.
Çavkaniyeke dîplomatîk a li herêmê tekez kir ku çend hefteyên bê dê ji bo gihîştina peymanê gelekî safîkirinê bin.
Lê dilgiranî heye ku baskê tundrew ê di nav desthilata Îranê de destpêşxeriyê bike û êrişekê pêk bîne da ku şer dirêj bibe.
Berpirsekî Amerîkayê got, Tehran gelekî baş ji metirsiya tolhildana wêranker a Amerîkayê fêm dike eger her yek ji van çekan li Rojhilata Navîn yan jî li nav axa Amerîkayê bi kar bîne.
Lê eger serkirdeyên Îranê gihîştin wê baweriyê ku mana desthilata wan ketiye metirsiyeke temam, dibe ku ew ceribandina vê serkêşiya mezin hêjayî rîskê bibînin.


