Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Deryayî yên Îtalyayê li Deryaya Navîn belemek ku 40 koçberên ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê tê de bûn rizgar kir.
Ev ciwan beriya niha zêdetirî 100 rojan li Lîbyayê ji aliyê çeteyên qaçaxçiyan ve hatibûn girtin.
Karmendekî ku li Îtalyayê di saziyeke parastina mafên koçberan de dixebite li ser bûyerê agahî dan Rûdawê.
Li gorî gotina wî karmendî, qaçaxçî bi rêya şkencekirina ciwanan zext li malbatên wan kiriye û li hemberî berdana wan pere standine.
Li Girava Lampedusayê hatin bicihkirin
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku Hêzên Deryayî yên Îtalyayê êvara yekşemê belema wan 40 ciwanên Kurd rizgar kiriye.
Ew ciwan hemû roja din birine Girava Lampedusayê ya Herêma Xweser a Sîcîlyayê ya li başûrê Îtalyayê û li navendeke pêşwazîkirin û hewandina koçberan hatine bicihkirin.
Ew koçber xelkê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ne û di nav wan de bi taybetî kesên ji Hewlêr, Silêmanî, Şarezûr û Raperînê hene.
"Ji bo pereyan şkence li wan hatiye kirin"
Wî kesê ku ji Rûdawê re axivî, li gorî gotinên koçberan destnîşan kir ku ew ciwan ji Tirkiyeyê bi hev re neçûne Lîbyayê.
Wan ciwanan cuda cuda xwe gihandiye wî welatî û paşê ji aliyê çeteyên qaçaxçiyan ve li cihekî hatine komkirin.
Çavkaniyê diyar kir ku sedema girtina wan a ji 3 mehan zêdetir a li Lîbyayê ew bûye ku qaçaxçî pereyên zêdetir ji wan bistînin.
Ciwanan daye zanîn ku çeteyan ji bo rêdana çûna ber bi Îtalyayê ve şkence li wan kiriye, zext li malbatên wan kiriye û xwestiye ku malbatên wan pereyên zêdetir bişînin.
Hat ragihandin ku di nav wan ciwanan de kesên ku ji bo gihîştina peravên Ewropayê 18 hezar dolar dane qaçaxçiyan jî hene.



