کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Danîmarkayê / Wêne: Reuters

Parlamentoya Danîmarkayê / Wêne: Reuters

Cîhan

Parlamentoya Danîmarkayê peymana bi Amerîka û Greenlandê re pesend kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Trump: Li ser çekên nukleer lihevkirina bi Çîn û Rûsyayê re ne hêsan e
Cîhan20-11-2026

Trump: Li ser çekên nukleer lihevkirina bi Çîn û Rûsyayê re ne hêsan e

Komîteya Parastina Rojnamegeran xelat dan rojnamegerên şeş welatan
Cîhan20-11-2026

Komîteya Parastina Rojnamegeran xelat dan rojnamegerên şeş welatan

Senatoyê biryar da: Trump dê karibe êrişên li Îranê bidomîne
Cîhan20-11-2026

Senatoyê biryar da: Trump dê karibe êrişên li Îranê bidomîne

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Danîmarkayê (Folketing) peymana sêalî ya ewlehî û parastinê ya di navbera Amerîka, Danîmarka û Greenlandê de bi piraniya dengan pesend kir.

Ev biryar rê li ber Amerîkayê vedike ku li Greenlandê du baregehên nû yên leşkerî ava bike û sîstema parastinê ya li dijî mûşekan a "Golden Dome" (Qubeya Zêrîn) li wir bi cih bike.

Dengdana li Parlamentoya Danîmarkayê

Roja pêncşemê (19ê Çiriya Paşîn) li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê, li ser peymana ewlehiyê deng hat dayîn.

Ev peyman meha Îlona îsal li New Yorkê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksenê û Serokwezîrê Greenlandê Jens-Frederik Nielsen ve hatibû îmzekirin.

Di rûniştina parlamentoyê de ku ji 179 kursiyan pêk tê, hemû 109 parlamenterên amade dengê "Belê" da peymanê û ti parlamenterekî dengê "Nexêr" an "Bêalî" bi kar neanî.

Beriya niha 3yê Çiriya Paşîn, Parlamentoya Greenlandê (Inatsisartut) jî bi 16 dengan li hemberî 7 dengên bêalî ev peyman pesend kiribû.

Du baregehên nû yên Amerîkayê li Greenlandê

Ev peymana nû peymana parastinê ya sala 1951ê ya di navbera Amerîka û Danîmarkayê de nû dike û berfirehtir dike.

Li gorî naveroka peymanê, Amerîka dikare li herêmên Narsarsuaqa li başûr û Mestersviga li rojhilatê Greenlandê du herêmên nû yên parastinê û baregehên leşkerî ava bike.

Her wiha Washington dê bikaribe çalakiyên xwe yên li Baregeha Fezayî ya Pituffikê ya li bakurê rojavayê giravê nûjen û berfireh bike.

Di heman demê de çarçoveyeke yasayî ji bo bicihkirina parçeyên sîstema parastinê ya bi mûşekan a Amerîkayê ya bi navê "Golden Dome" (Qubeya Zêrîn) li ser axa Greenlandê tê dabînkirin.

Sînordarkirina bandora Rûsya û Çînê

Ji bo rêgirtina li ber zêdebûna bandora Rûsya û Çînê ya li herêma Cemsera Bakur, peyman avakirina her cure baregehên leşkerî yên bi mirov an bêmirov ji bo welatên derveyî NATOyê qedexe dike.

Her wiha veberhênanên welatên derveyî NATO û Yekîtiya Ewropayê yên di sektorên hestyar de sînordar dike.

Di heman demê de peyman tekeziyê li ser desthilata Danîmarkayê û mafê çarenivîsê yê xelkê Greenlandê dike.

Li gorî peymanê, eger Greenland di paşerojê de serxwebûna xwe bi dest bixe jî ev peyman dê di meriyetê de bimîne û dewleta nû dê di nav NATOyê de be.

Kopenhag û Washingtonê biryar erênî pêşwazî kir

Piştî dengdanê, Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksenê di daxuyaniyekê de ev biryar wekî "rojeke mezin" bi nav kir û ragihand ku peyman rêzê li yekparçeyiya axa Danîmarkayê û mafên xelkê Greenlandê digire.

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen jî diyar kir ku peyman hemû gumanên li ser paşeroja Greenlandê ji holê radike lê diyar kir ku ji bo jinûveavakirina baweriya navbera Kopenhag û Washingtonê hîn kar li pêş in.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî pêşwazî li biryarê kir û li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî ku ev peyman hevkariya parastinê ya di navbera Amerîka, Danîmarka û Greenlandê de nûjen dike û ewlehiya neteweyî ya hevalbendên NATOyê bihêztir dike.

Greenland giraveke xweser e ku girêdayî Keyaniya Danîmarkayê ye û nifûsa wê nêzîkî 57 hezar kes e.

Piştî ku Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê bi notayeke dîplomatîk temambûna rêkaran ragihîne Amerîkayê, peyman dê bi fermî bikeve warê bicihkirinê û pêdiviya wê bi pejirandina Senatoya Amerîkayê nîne.

Nûçeyên Têkildar

Trump: Li ser çekên nukleer lihevkirina bi Çîn û Rûsyayê re ne hêsan e
Cîhan20-11-2026

Trump: Li ser çekên nukleer lihevkirina bi Çîn û Rûsyayê re ne hêsan e

Komîteya Parastina Rojnamegeran xelat dan rojnamegerên şeş welatan
Cîhan20-11-2026

Komîteya Parastina Rojnamegeran xelat dan rojnamegerên şeş welatan

Senatoyê biryar da: Trump dê karibe êrişên li Îranê bidomîne
Cîhan20-11-2026

Senatoyê biryar da: Trump dê karibe êrişên li Îranê bidomîne

Pirsên