کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin
Cîhan21-11-2026

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve
Cîhan21-11-2026

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?
Cîhan21-11-2026

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Dusseldorf(Rûdaw) - Beriya 90 salan, di çileya zivistanê û di meha Çiriya Paşîn de, bapîrên Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê di nava vagonên trênan de ber bi deştên sar ên Qazaxistanê ve hatin sirgûnkirin.

Di wan rojên dijwar de xelkê Qazaxistanê deriyê mal û sifreya xwe ji bo wan vekir.

Niha piştî 90 salan, neviyên wê koça bi zorê yên ku di pasaport û nasnameyên wan de bi awayekî fermî neteweya wan wekî "Kurd" hatiye nivîsandin, wekî berbijêr tevlî hilbijartinên xwecihî û parlamentoyê yên wî welatî dibin.

Rewşa Kurdên Asyaya Navîn û beşdariya wan a di hilbijartinan de di bernameya vê hefteyê ya Diyasporayê ya Rûdawê de hat gotûbêjkirin.

Refîq Yeqûb Mîrzoyêvê ku siyasetmedarê Kurd û berbijêrê Meclîsa Şaredariya Almatiyê ye li bajarê Konayêvê beşdarî bernameyê bû.

Mîrzoyêv sala 1970yî li Ermenistanê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya zanîngehê li Azerbeycanê qedandiye.

Ew behsa qonaxeke din a koçberiya malbata xwe dike û dibêje:

“Salên 1988 û 1990î, ji ber şerê Qerebax û Ermenistanê em neçar man koç bikin û em çûn Asyaya Navîn û Qazaxistanê. Em Kurdên Ermenistanê hatin Almatî û navçeyên derdora wê.”

Banga ji bo dengdana li Konayêvê

Mîrzoyêv xwe ji bo endamtiya Meclîsa Şaredariya Almatiyê û navçeya Almatiyê li bajarê Konayêvê kiriye berbijêr ku bajarekî mezin û navenda parêzgehê ye.

Bi gotina wî, propagandaya hilbijartinê heta 27ê mehê berdewam dike û roja 29ê mehê dengder diçin ser sindoqên dengdanê.

Ew hevniştimanî amaje bi wê yekê dike ku Kurd bi piranî li Almatî û derdora wê û her wiha li bajarên Çîmkent û Cambûlê dijîn û dibêje:

“Em hêvîdar in Kurdên me dengên xwe bidin me, ji bo ku em bikaribin deriyan vekin û xizmetê bikin.”

“Di nasnameyan de neteweya me Kurd e”

Berevajî gelek welatên din, Kurd li Qazaxistanê xwediyê naskirineke fermî ne.

Mîrzoyêv li ser vê yekê dibêje:

“Em wekî welatiyên Qazaxistanê xwediyê hemû mafan in, wekî her neteweyeke din û bi taybetî jî wekî Qazaxan.

Di pasaport û nasnameyên me de jî neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin û îro ez wekî Kurdekî dibim berbijêr.”

“90 sal berê Qazaxan deriyê malên xwe ji bo me vekirin”

Ji bo wî berbijêrê Kurd, Qazaxistan ne tenê rawestgeheke koçê ye, belkî niştimanek e ku ew û Kurdên din ên li wir deyndarê mazûbaniya xelkê wê ne.

Mîrzoyêv dibêje:

“Zarokên me li vir ji dayîk bûne û dayîk û bavên me li vir hatine veşartin.

90 sal berê di demsala zivistanê û di meha Çiriya Paşîn de bapîrên me bi vagonên trênê anîn vê derê, Qazaxan mal û sifreya xwe ji bo wan vekir û nan, av û cih dan wan.

Em ti carî wê qenciyê ji bîr nakin."

Li gel vê yekê, dûriya cografî di navbera wan û welêt de qutbûn çênekiriye û wekî ku ew dibêje:

"Pêwendiya me bi Kurdistanê re heye, dil û mêjiyê me li cem Kurdistanê ye. Em agahdarî hemû nûçe û zanyariyan in û li wê derê nivîskar û dostên me hene."

Pirsên