Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê di nirxandineke nû de polîtîka û rênimayên xwe yên taybet bi dayîna mafê penaberiyê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kirin.
Wezaretê ragihand ku ji ber guherînên siyasî û leşkerî yên 2026an ên li Sûriyeyê, Kurdên wî welatî êdî tenê ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rûbirûyî metirsiyeke giştî û pergalî nabin.
Li gorî belgeya Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê, hejmara Kurdên Sûriyeyê di navbera 2 û 2,5 milyon kesî de tê texmînkirin û ew li wî welatî kêmîneya herî mezin a neteweyî ya neereb in.
Brîtanyayê di nirxandina xwe de tekez kir ku kêm îhtîmal e Kurdên Sûriyeyê (tevî jin û zarokan jî) rûbirûyî zordarî yan zerereke mezin bibin, çi ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve be, çi ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çi jî ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve be.
Fesixkirina HSDyê
Rapora Brîtanyayê bal kişand ser guherînên bilez ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û da zanîn ku piştî pevçûnên Kanûna Paşîn a 2026an ên di navbera artêşa Sûriyeyê û HSDyê de û îmzekirina agirbestê, Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî 20ê Tebaxa 2026an ragihand ku tevlîkirina saziyên leşkerî û îdarî yên Rêveberiya Xweser a nav dewleta Sûriyeyê temam bûye.
Her wiha Mezlûm Ebdî 25ê Tebaxa 2026an fesixkirina HSDyê û bidawîhatina operasyonên serbixwe ragihandibû.
Pişt re jî ji bo serkirdeyên HSDyê di hikûmet û dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê de postên bilind hatin dayîn.
Tevî ku heta Îlona 2026an çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ne diyar mabû jî Brîtanyayê da zanîn ku ti delîl nîne ku piştî vê yekbûnê hêzên ewlehiyê mafên Kurdan bin pê kiribin.
Biryarnameya Hejmar 13 û çareserkirina pirsa kesên bênasname
Yek ji xalên sereke yên nirxandina Brîtanyayê ew e ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer Kanûna Paşîn Biryarnameya Hejmar 13an a sala 2026an derxistiye.
Li gorî raporê, vê biryarnameyê rêkarên serjimêriya sala 1962yan a Hisîçayê betal kirine.
Her wiha nasname û zimanê Kurdî nas kiriye (wekî xwendina bi Kurdî ya li dibistanan û diyarkirina Newrozê wekî bêhnvedana fermî) û rê liberdayîna welatîbûna Sûriyeyê ya ji bo Kurdên bênasname (ecnebî û mektûm) vekiriye.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê eşkere kir ku heta Hezîrana 2026an ji bo wergirtina welatîbûna Sûriyeyê 2 hezar û 892 serlêdanên malbatî (ku 10 hezar û 516 kesan li xwe digire) hatine kirin.
Bi vê gavê, metirsiya çewisandinê ya li ser Kurdên bênasname ji ber nebûna nasname û welatîbûnê rabûye.
Rawestandina leşkeriya neçarî û çekdarkirina zarokan
Li ser pirsa leşkeriya neçarî jî Brîtanyayê diyar kir ku her çend yasaya erka parastinê bi awayekî fermî nehatibe betalkirin jî piştî bûyerên Kanûna Paşîn a 2026an di pratîkê de hatiye rawestandin û ti leşkerkirinên nû nehatine tomarkirin.
Her wiha diyardeya çekdarkirina zarokan bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Tevî ku rapor behsa çalakiyên sînordar ên Tevgera Ciwanên Şoreşger a li hin deveran dikin jî Brîtanyayê destnîşan kir ku ev rewş kêm in û nakevin asta metirsiyeke giştî.
Rewşa Efrînê û komên berê yên çekdar
Rapor li ser herêma Efrînê jî diyar dike ku her çend komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê Kanûna Paşîn a 2025an bi fermî hatibin fesixkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûbin jî tevlîbûna wan bi temamî pêk nehatiye û hîn jî beşek ji wan serbixwe tevdigerin.
Li gorî raporên Tîrmeha 2026an, binpêkirinên wan koman ên li Efrînê yên wekî talankirina berhemên zeytûnan, destdanîna ser milkan û standina pereyan ji Kurdên ku vedigerin kêm bûne.
Tevî van agahiyan jî Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê got ku ev binpêkirinên darayî û yên li ser milkan bi tena serê xwe di asta qanûnî ya "çewisandin an zerera mezin" de nînin ku ji bo wan mafê penaberiyê were dayîn.
Mercên wergirtina penaberiyê û mafê îtîrazê
Li gorî rênimayên nû, divê her daxwaza penaberiyê bi awayekî serbixwe û li gorî rewşa taybet a kesê daxwazkar were nirxandin û berpirsyariya îsbatkirina metirsiyê li ser milê daxwazkar bi xwe ye.
Heke metirsiyek ji aliyê komên çekdar ve li ser kesekî hebe, ew dikare li navxweya Sûriyeyê cihê xwe biguhere û biçe bajarên wekî Şam û Helebê.
Brîtanyayê di dawiyê de destnîşan kir ku heke daxwaza penaberiyê ya hemwelatiyekî Kurd ê Sûriyeyê were redkirin jî kêm îhtîmal e ku doza wî wekî "bêbingeh" were pênasekirin.
Ev jî tê wê wateyê ku mafê wî penaxwazî heye ku li ser xaka Brîtanyayê li dijî biryara redkirinê îtîrazê bike.



