کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin
Cîhan28-11-2026

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Amerîka ji Rûdawê re got: Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin
Cîhan28-11-2026

Amerîka ji Rûdawê re got: Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin

AfD: Divê 900 hezar Sûriyeyî û koçberên din ji Almanyayê derkevin
Cîhan28-11-2026

AfD: Divê 900 hezar Sûriyeyî û koçberên din ji Almanyayê derkevin

Dusseldorf (Rûdaw) - Şeva 26ê Kanûna Paşîn a 2026an li stasyona sereke ya trênê ya bajarê Leipzigê yê Almanyayê, ciwanekî 31 salî yê ji Rojhilatê Kurdistanê tenê ji ber ku bi Kurdî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê diaxivî, bû armanca êrişeke bi xwîn.

Piştî 10 mehan, Dadgeha Leipzigê ji ya ku dozgerê giştî dixwest cezayekî girantir li êrişkarê Ereb ê Sûriyeyî birî.

Hemû hûrgiliyên wê biryara dadwerî û karvedanên li ser wê di bernameya vê hefteyê ya "Diyaspora"yê ya Rûdawê de hatin eşkerekirin.

Roja sêşemê (24ê Çiriya Paşîna 2026an), Odeya 8an a Tawanan a Dadgeha Eyaleta Leipzigê 10 sal cezayê girtîgehê li Ehmed A.yê 21 salî yê Sûriyeyî birî ku 2 sal in çûye Almanyayê.

Li tramwaya Leipzigê çi qewimî?

Bûyer di nava tramwaya Strassenbahnê xeta 16an a bajarê Leipzigê de qewimîbû.

Beriya ku li tramwayê siwar bibin, Ehmed A. û hevalekî wî yê din guh lê bûye ku ciwanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Dîlan M. li gel hevalekî xwe bi Kurdî behsa Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Piştî ku li tramwayê siwar bûne, wan Sûriyeyiyan heqaret li Kurdan kiriye û li gorî belgeyên dadgehê bi qêrîn gotiye: “Em dê hemû Kurd û xelkê Kobaniyê bikujin.”

Tevî ku Dîlan hewl daye cihê xwe biguhere û ji şer dûr bikeve jî êrişkar bi kêran li pey wî çûne.

Li stasyona Bayerischer Bahnhofê wan bi kulm û kêran êrişî wî kiriye.

Dema ku Dîlan ji tramwayê reviyaye derve, wan ew qewitandiye heta ku neçar maye vegere nava tramwayê.

Beriya ku polîs bigihîjin cihê bûyerê, wan pere, karta bankê û belgeyên wî yên kesî jî jê standine.

Tiliya wî jê bû û dadgehê ceza girantir kir

Ji ber êrişê tiliya mezin a destê Dîlan jê bûye û li nexweşxaneyê bi neştergeriyê ji bo wî hatiye dirûtin.

Her wiha her du dest û milê wî yê rastê bi giranî birîndar bûne ku bûye sedema kêmbûna livîna destên wî û tevizîna mayînde ya beşek ji tiliyên wî.

Dîlan hîn jî di bin tedawiya derûnî de ye û dadgehê 13 hezar euro jî wekî qerebûya êşa derûnî û bedenî ji bo wî biriye.

Di dozê de dozgerê giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dixwest û parêzerê parastinê jî 6 sal û 6 meh dixwestin.

Lê dadweran bûyer wekî "cureyek ji dûketin û qewitandinê", hewldana kuştinê ya bi handera nijadperestiyê, birîndarkirina metirsîdar û şêlandina tund pênase kir û 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Peyama dadwer û pêşwaziya Kurdistaniyên Almanyayê

Serokê Desteya Dadweran Rudiger Haar di rûniştinê de tekezî li ser wê yekê kir ku nabe dewleta yasayê çavên xwe li van tawanan bigire û got:

"Divê Almanya ji bo wan kesan bibe penageheke aram ku li cihên din gef li ser wan in."

Wî her wiha bi dilgiranî amaje pê kir ku cihê mixabiniyê ye dewletê di wê kêliyê de nekariye wî ciwanî biparêze.

Di karvedana biryarê de, Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde) bi germî pêşwazî li biryarê kir û ew wekî "peyameke zelal û yekalîker a li dijî nijadperestî û tundûtîjiya li dijî Kurdan" bi nav kir.

Civaka Kurd ragihand:

“Nabe Kurd ji ber zext û zordariyê welatê xwe bihêlin û birevin, da ku li vir ducare bibin qurbaniyên kîn, nefret û tundûtîjiyê.”

Her çi qasî parêzerê parastinê yê tohmetbar ragihandibe ku ew dê îtirazê li biryarê bike jî Dîlan û parêzerê xwe kêfxweş in ku dadgehê hewldana kuştinê û nijadperestî qebûl kirine.

Nûçeyên Têkildar

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin
Cîhan28-11-2026

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Amerîka ji Rûdawê re got: Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin
Cîhan28-11-2026

Amerîka ji Rûdawê re got: Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin

AfD: Divê 900 hezar Sûriyeyî û koçberên din ji Almanyayê derkevin
Cîhan28-11-2026

AfD: Divê 900 hezar Sûriyeyî û koçberên din ji Almanyayê derkevin

Pirsên