Hewlêr (Rûdaw) - Li nav Deryayay Spî keşteyeke koçberên Sûrî û Cezayîrî binav bûye û di encam de 26 koçber xeniqîne û canê xwe ji dest dane. Li gor hin zanyariyan, di keştiyê de hejmarek koçberên ji Kobaniyê jî hebûne.
Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan, êvara Duşemê 5ê Hezîranê dema keştiyeke koçberan ji Cezayîrê ber bi Spanyayê ve ketiye rê, lê piştî çend demjimêran binav bûye.
Hatiye gotin ku ew keştî ji bajarê Erhat ê wîlayeta Tîbaza ya Cezayîrê ber bi welatê Spanyayê ve diçû ku piştî çend demjimêran keştî noqmî avê bûye.
Di encama bûyerê de 26 kesan canên xwe ji dest dane. Heta niha tenê zarokek hatiye rizgarkirin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihandiye, ji wan 26 kesan 18 kes xelkên Sûriyê û 8 kes jî Cezaîrî bûne.
Li gor heman çavkaniyê, hêzên Cezayîrê termên kesên xeniqî derxistine û ew birine nexweşxaneya Sîdî Gîlas.
Hatiye ragihandin ku çend zarok jî di nav kesên xeniqî de hene.
Li gor hin zanyariyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, tê gotin ku di keştiyê de hejmarek koçberên ji Kobaniyê jî hebûne.
Lê belê heta vê kêliyê ew zanyarî nehatine piştrastkirin.
Di çend mehên bihorî de, bi dehan ciwanên ji Kobaniyê ku bi qaçaxî xwe gihandibûn Cezayîrê û hewl dabûn ji Cezayîrê biçin Ewropayê, di nav deryayê de xeniqîbûn.


.jpg&w=3840&q=75)
