Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêmên Sumi û Donetskê yên Ukraynayê 3 cih ketine bin kontrola wan.
Di daxuyaniya wezaretê de agahiyên rojane yên li ser çalakiyên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên li Ukraynayê hatin parvekirrin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rûsya li eniya şer bi pêş dikeve û hat nivîsîn:
"Gundê Loknyayê li herêma Sumiyê û gundên Stupoçki û Otradnoyeyê yên Komara Gel a Donetskê hatin rizgarkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 24 saetên dawî de li 153 cihan êrişî navendên balafirvaniya Xizmeta Ewlehiyê ya Ukraynayê (SBU), navendên hêzên operasyonên taybet, depoyên çekan û xalên ku leşkerên Ukraynayê û şervanên biyanî li wan dimînin hatiye kirin.
Rûsyayê got ku balafireke şer a cureyê "Mig-29" a Ukraynayê ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatiye teqandin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hefteya borî ragihandibû ku li herêmên Sumî, Xarkîv û Donetskê yên Ukraynayê 6 gundên din xistine destê xwe.



