Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hilweyê yê çoltera Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, xortekî 28 salî yê bi navê Mihemed ku bi navê Mîtan tê naskirin, parçeyek ji kezeba xwe da bavê xwe Merwan Îsayê 63 salî.
Çîrokê sala 2023yan bi êşa serê Merwan dest pê kir û piştî 3 salên tijî êş û elem li Hindistanê bi dawî bû.
Merwan Îsa li ser rewşa xwe ya berî emeliyatê ji Rûdawê re axivî û got:
"Kurê min destpêkê ji min re negot. Ew û birayê xwe 2 mehan li ser vê mijarê xebitîn.
Min zanîbû ku tenduristiya min roj bi roj xirab dibe.
Çokên min sist bûbûn û zikê min werimîbû.
Min nedikarî xwarinê bixwim, bêhna min diçikiya û min nedikarî rakevim.
Min zanîbû ku ez gihîştime dawiya emrê xwe."
Bûyerê 18ê Sibata 2023yan dest pê kir, Merwan wê rojê bi êşeke giran a serî şiyar bû û nan ji qirika wî nediçû xwarê.
Rewşa Merwan giran bû, nexweşiya kezebê (HBsAg) pê re hebû û koma xwîna wî jî negatîf bû.
Bijîşkekî li Şamê ji kurê wî re gotibû, "Heger hûn kezeba wî tedawî nekin, dê tenê 4 mehan bijî."
"Ji bo keda bavê min"
Mîtan Îsayê 28 salî ji bo rizgarkirina bavê xwe biryarek da ji Rûdawê re da zanîn:
"Sê salan bavê min roj bi roj lawaz bû û rewşa wî xirabtir bû.
Min ji birayê xwe re qala tedawiya li Hindistanê kir.
Em dikarîn biçin Tirkiyeyê yan jî Urdinê lê me Hindistan hilbijart çimkî ya herî baş bû.
Dema min bavê xwe wiha didît dilê min diêşiya.
Min biryar da ku ez parçeyek ji kezeba xwe bidimê.
Ev ji bo keda bavê min a li ser me wekî diyariyekê bû."
Rêwîtiya ber bi Delhiya Hindistanê ve
Bav û kur ji Şamê çûn Beyrûtê, ji wir çûn Dohayê û meha Hezîranê gihîştin Delhiyê.
Merwan ji bo jiyana kurê xwe dilgiran bû û got:
"Min berî rêwîtiyê ji bijîşk re got, heger ji sedî yek îhtimala zererê ji bo kurê min hebe ez emeliyatê nakim û ez dê mirinê qebûl bikim lê bijîşk got ku emeliyata kurê min hêsan û ewle ye."
Emeliyat li Nexweşxaneya Max Super Specialityê ya li Delhiyê ji aliyê Prof. Subhash Gupta ve hat kirin ku tecrubeya wî ya 3 hezar û 700 emeliyatên wiha heye.
Mîtan hûrgiliyên emeliyatê wiha vegotin:
"Ez saetekê berî bavê xwe ketim odeya emeliyatê.
Emeliyatê 9 saetan berdewam kir. Ez saetekê berî wî ketimê û saetekê berî wî jî derketim."
Mesrefên zêde û serkeftina emeliyatê
Tenê mesrefê emeliyatê 21 hezar dolar bû. Bi mesrefên mayîn û dermanan re ev mîqdar gihîşt 38 hezar dolarên Amerîkî.
Nizar Îsayê ku bi malbatê re çûbû Hindistanê, behsa wan kêliyên zehmet kir:
"Ji bo min gelekî zehmet bû ku 2 kes ji malbatê bi hev re bikevin emeliyatê.
Bi taybetî piştî mirina dayîka wî xortî, ez ji bo wî giriyam.
Bijîşkan got ku îhtimala serkeftinê di navbera ji sedî 95 û ji sedî 98an de ye lê ew kêlî bi zehmetî derbas bûn."
Nizar her wiha spasiya tîmê bijîşkî yê Hindistanê kir û got ku ew mirovên gelekî dilnizm û mirovdost in.
"Hestekî xweş e ku tu bavê xwe rizgar bikî"
Tevî hemû zehmetiyan jî Mîtan netirsiya û anî ziman:
"Min dixwest ev roj zû were, ez netirsiyam.
Heta li jûra emeliyatê bijîşk ji min pirsî 'tu ditirsî?', min got 'na, şukir ji Xwedê re'.
Hestekî gelekî xweş e ku tu bavê xwe ji mirinê rizgar bikî."
Merwan Îsa niha şîretê li nexweşên din dike û dibêje:
"Ev nexweşî li herêma me (Cizîr) wekî şewbekê belav bûye.
Ez şîretê li her kesî dikim ku ji bo rizgarkirina nexweşên xwe herin Hindistanê, heger neçar bimînin bila xaniyê xwe jî bifiroşin.
Em amade ne di mijara rêwîtiyê de alîkariya wan bikin."
Hindistan di warê geştyariya tenduristiyê de li cîhanê di rêza 7an de ye.


