‘Koma Em’ hewla vejandina muzîka Xorasanê dide

Hewlêr (Rûdaw) - “Koma Em” a muzîkê, komeke muzîkê ya Kurdî ye ku li herêma Xorasanê ya Îranê hatiye avakirin. Serpireştê vê koma muzîkê, hunermanda navdar a Kurd a Xorasanê Yelda Ebasî ye û 40 keç û xortên ji netew û pêkhateyên cihê yên Xorasanê endamên wê komê ne.

Ew koma muzîkê bi hemû zimanên herêma Xorasanê berheman çê dikin û hewl bo vejandin û zindîkirina muzîka herêmê didin.

Hejmarek endamên “Koma Em” a muzîkê serdana Başûrê Kurdistanê kirine û li wê parçeyê azad a Kurdistanê çûne cihên şûnwarên dîrokî û cihên geştyarî yên Başûrê Kurdistanê û muzîka Kurdî pêşkêş dikin.

Di vê serdanê de, hunermenda navdar a Kurd Yelda Ebasî li gel wan nîne, lê dayika wê serpireştiya komê dike, ji ber ku Yekda niha li Îtalya dersa muzîkê dixwîne.

Li herêma Xorasanê ya ku dikeve rojhilat û bakur rojhilatê Îranê, di navbera 2 heta 2.5 milyon Kurd dijîn ku bi zaravê Kurmancî diaxivin û tevî ku bi sedan sal e ji axa Kurdistanê dûr in, lê ziman, muzîk û fulklora xwe ya Kurdî parastine.