ALMANYA - Wênegirê Kurd Kemal Seydo koça dawî kir

01-09-2025
RÛDAW
Kemal Seydo /Wêne: Rûdaw
Kemal Seydo /Wêne: Rûdaw
Nîşan Kemal Seydo Wênegir Efrîm Radyoya Rûdawê Almanya Civaka Kurd a Almanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wênegirê navdar ê Kurd Kemal Seydo li Almanyayê, serê sibeha îro li bajarê Warendorfê di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Kemal Seydo sala 1939an li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû û berbangê îro saet di 07:10an de li bajarê Warendorfê ku lê dima, koça dawî kir.

Wênegirê Kurd di temenekî gelekî ciwan de dest bi karê siyasî û Kurdayetiyê kiriye û sala 1959an li gel Apê Osman Sebrî û Nûredîn Zaza ketiye zindana Şamê.

Sala 1961ê Kemal Seydo diçe Almanyayê, êdî li wir dimîne û dibe endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurd.

Seydo li Almanyayê beşa fîlm û hunera kamerayê dixwîne û temam dike, paşê dibe yekî ji kameramanên pêşîn ên Kurd.

Kemal Seydo di 86 salên temenê xwe de, 35 salan wekî kameraman û berpirsê wênegiran ji bo televîzyona Almanî (WDR) li navxweya Almanyayê û li derve jî kar kiriye.

Di navbera salên 1970 û 1972yan de, Seydo du caran hatiye Başûrê Kurdistanê û du belgefîlm ji bo televîzyona Almanî çêkirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst