Hunermend Canyar Kobanî klîpa ‘Welatê Min’ belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Canyar Kobanî klîpeke xwe ya sala 2020an bi navnîşana Welatê Min, bi rêya Rûdawê belav kir.

Kilîpa Welatê Min a Canyar Kobanî ji gotin û awazên Caniyar bi xwe ne, û dîmenên klîpa li Almanya hatine girtin.

Herwiha Cengo Şerîf derhêneriya wê klîpê kiriye.

Canyar xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2016an ve li Almanyayê dijî.

Wî hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê heta niha gelek sitran gotine û klîp amade kirine. Ev klîpa wî ya bi navê Welatê Min bo yekem car, bi rêya Rûdaw tê weşandin.