Yekem postera fîlma 'Temî Baba' hat weşandin

Hewlêr (Rûdaw) Fîlma 'Temî Baba' fîlmeke nû ye ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê sponsorkirin û berhemhênerên fîlmê ji bo amadekariyên weşandina wê yekem postera fîlmê belav kirin.

Derhênerê fîlma 'Temî Baba' Zanyar Fetah e û Şemalî Ebereş, Helwêst Mihemed, Herdî Selamî, Şiwan Kerîm, Hejan Hêriş, Kalê Azad û Kardo Ezîz wek lîstikvan tê de dilîzin.

Poster ji aliyê Alan Elî ve hatiye dîzaynkirin û tê de lîstikvanên sereke hene.

Fîlma Kurdî 'Temî Baba' dê di demek nêzîk de li sînemayên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Bexdayê were nîşandan.

Di fîlma Kurdî 'Temî Baba' de li cihên dijwar, balkêş û kêm hatine dîtin, hatiye girtin.

Fîlm ji aliyê Metronome Productionê ve hatiye çêkirin û çêker jî Bahoz Nesredîn e ku berê fîlma 'Peykerî Dil' çêkiribû.

Fîlma ku 105 xulek e li navçeyên Tûnî Baba, Biyare û Şikefta Casne ya Herêma Kurdistanê hatiye girtin û di demeke nêzîk de dê trailera yekem ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve bê weşandin.