Çîroka hunermendekî Kurd ê Êzidî ji Êlihê heta X-Factora Almanyayê
Dusseldorf - Bedîl Brahîm, stranbêjekî naskirî yê Kurd e. Ew ne tenê di nav Kurdên Êzidî yên Almanyayê de lê di nav tevahiya diyasporaya Kurdî ya li Ewropayê de jî kesekî navdar e.
Wî di bernameya Diyasporayê de çîroka jiyan û karê xwe yê hunerî vegot.
Ew behs dike ka çawa ji ber zextên siyasî û civakî neçar maye ji gundekî Bakurê Kurdistanê koç bike û li Almanyayê karê xwe yê hunerî bidomîne.
Hunermendê serkeftî paşê dibe yek ji beşdarên navdar ên bernameya "X-Factor" a Almanyayê. Her wiha wî roleke girîng di alîkariya koçberên Şingalê de lîstiye.
Destpêka jiyanê û redkirina Stenbolê
Bedîl Brahîm li gundê "Kelhokê" yê Êlihê ji dayik bûye. Her ji zarokatiya xwe ve dengê wî xweş bû.
Mamosteyekî dibistanê xwestiye wî bibe Stenbolê da ku bike stranbêj lê bavê wî ev yek qebûl nekiriye.
Bedîl li ser vê yekê got, "Bavê min qebûl nekir û got, 'Kurê min, nabe tu biçî Stenbolê, li wir mirov ji rê derdikevin.' Niha ez dibêjim wî karekî baş kir, wekî din, dibe ku ez niha bibûma stranbêjekî Tirk."
Ji ber zextên siyasî, civakî û olî yên li ser Kurdên Êzidî, Bedîl û malbata wî koçî Ewropayê dikin.
Ew dibêje ku li Ewropayê derfetên wî zêdetir bûn. Wî li wir karî azadtir xizmeta muzîka Kurdî bike, ji ber ku li Tirkiyeyê muzîka Kurdî qedexe bû.
Ji strana "Salê" heta "X-Factor" a Almanyayê
Li Almanyayê, Bedîl kaseta xwe ya yekem tomar dike û bi strana "Salê" navûdengekî mezin bi dest dixe.
Yek ji qonaxên herî balkêş ên jiyana wî jî beşdarbûna di bernameya "X-Factor" a Almanyayê de bû.
Bedîl çîroka beşdarbûna xwe wiha vegot: "Rojekê serê sibehê telefon ji min re hat. Gotin, 'Em ji X-Factorê ne, me li înternetê karên te dîtine û em dixwazin tu beşdarî bernameyê bibî'."
Hunermendê Kurd l diyar kir ku ew bi armanca danasîna çand û hunera Kurdan tevlî bernameyê bûye.
Bedîl pênc qonaxan bi stranên Kurdî derbas dike û berteka temaşevan û dadweran pir erênî dibe.
Wî li ser tecrûneya X - Factorê got, "Dema min bi Kurdî stran digot, temaşevanên Alman radibûn ser piyan û li çepikan dixistin. Dema min çîroka strana 'Çemê Zaxo' ji wan re got, pir matmayî man."
Lê di qonaxên dawî de, jê tê xwestin ku bi Îngilîzî bistirê. Ew vê yekê qebûl nake û ji bernameyê vedikişe, çimkî armanca wî tenê danasîna hunera Kurdan bû.
Di rojên dijwar de alîkariya Şingalê
Dema DAIŞê di sala 2014an de êrişî Şingalê kir, ev yek gelek bandor li Bedîl Brahîm kir û wî biryar da ku alîkariya xelkê bike.
Ew li gel hunermend Dashni Moradê kampanyayeke berfireh a komkirina alîkariyan radigihînin.
Bedîl bi xwe alîkariyan digihîne Kurdistanê. Ew bi israr dixwaze serdana Çiyayê Şingalê bike ku wê demê di bin dorpêçê de bû.
Hunermend Bedîl li ser wan rojan jî got: "Ji min re gotin 'Pir xeter e', lê min got, 'Ez jî kurê wan Êzidiyan nim û dixwazim biçim ba wan, ez ji wan ne çêtir im'."
Ew bi helîkopterê diçe ser çiyê, dîmenên rewşa mirovî ya dijwar tomar dike û alîkariya veguhastina birîndaran dike.
Bedîl Brahîm xwediyê şeş album û gelek stranên "single" e û karê xwe yê hunerî didomîne.
Ew dixwaze rêya wî ya hunerî bi zarokên wî bidome. Keça wî di klîbekê de li gel wî stranê dibêje û kurê wî Hozan Heso jî di warê hunerê de dixebite.