33 Photos
Silêmanî (Rûdaw) – Êvariya Sêşemê, Çaremîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê bi nîşandana fîlma Xûşkên Şer a ji derhênera Fransî, Karolîna Forest dest pê kir.
Tora Medyayî ya Rûdawê, sponsoriya medyayî ya vê festival dike, ku di xûla îsal de 134 fîlm ji 79 welatên cîhanê beşdar in, 44 ji wan fîlman jî Kurdî ne.
Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dê bo dema heftiyekê berdewam be.
Pêşkêşkarê Rûdaw TVyê, Dilêr Têlî jî bo cara yekem piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, beşdarî di rûmala festîvalê de kir.