Romana ‘Armonikaya Hêşin’ weke dijîtal hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîhan Roj romana xwe ya nû weke dijîtal ango weke e-roman weşand.

Romana Cîjhan Roj a bi navê “Armonîkaya Hêşîn” ku ji 55 rûpelan pêk te weke dijîtal belav kir.

Di romanê de karaktera sereke keça Kurd Polîşan e, ew ji malbateke paşazade ya Kurd e ku hatiye mişextkirin. Polîşan bi kesekî Tirk ê laîkperestekî hişk re dizewice, lê piştî heyamek, ji hev diçin paş.

Karekterekî din ê romanê Fesîh e, ew xelkê Mûşê ye û karê tezîtiyê dike û dixwaze li welatê xwe bibe şaredar û her tim ji bo wê yekê dixbete û lêkolînan dike.

Cîhan Roj bi çîroka Polîşanê peyama bêyî wekhevî û dadmendî zehmete herdu gelên Kurd û Tirk bikarin bi hev re bijîn dide.

Cîhan Roj par jî ji nivîsên xwe bi navê “Edebiyata Modern a Kurdî” pirtûkek amade kiribû û wekî e-pirtûk weşandibû.

Cîhan Roj kî ye?

Cîhan Roj di sala 1965an de li gundê Înaqa navçeya Gimgim a Mûşê hatiye dinê. Ji sala 1993yan ve berhemên Kurdî dinivîse û heta niha 14 pirtûkên wî çap bûne û bi romana niha re didu jî wekî e-pirtûk derketine.

Navnîşana e-romanê ev e:

http://diyarname.com/files/Armonikaya-Hesin-Cihan-Roj.pdf