Feqiyê Teyran bi helbest û stranan hat bibîranîn

Stenbol (Rûdaw) - Feqiyê Teyran li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê bi helbest û stranan hat bibîranîn.

Ev bername li Navenda Çand û Hunerê ya Îbrahîm Gurbuz a Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bi navê “Roja Bîranîna Feqiyê Teyran” hat lidarxistin.

Bername ji aliyê koma xwendekarên Kurd “Tora Çandên Zindî” ve hat organîzekirin.

Di bernameyê de li ser jiyan û berhemên helbestvanê navdar Feqiyê Teyran pêşkêşiyek hat kirin.

Nivîskar Keybanû Ertoşiyê di wêjeya klasîk a Kurdî de qala rol û girîngiya Feqiyê Teyran kir.

Piştî axaftinan xwendekarên Kurd çend helbestên Feqiyê Teyran xwend.

Helbest û stran hatin gotin

Piştî xwendina helbestan, Koma Nû Deng stranên ku ji helbestên Feqiyê Teyran pêk tên ji bo beşdaran got.

Bernameya bîranînê li ber helbest û stranên Kurdî bi coş û xiroş bi dawî bû.

Hejmarek xwendekar, nivîskar, rojnameger û ronakbîrên Kurd ên li Stenbolê jî di bernameyê de amade bû.

Meha 4an Nîsan wekî meha jidayîkbûna Feqiyê Teyran tê dîtin.

Her sal di vê mehê de Feqiyê Teyran bi bername û çalakiyên curbecur tê bibîranîn.