DÊRSIM - Vegeriyan gundê xwe yê valakirî û daweteke Kurdewarî li dar xist
Dêrsim (Rûdaw) - Li gundê Textê Mircanê yê navçeya Pulurê yê Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê daweteke Kurdewarî hat lidarxistin.
Gundê Textê Mircanê yê Pulurê sala 1994an ji ber şerê PKK û dewleta Tirkiyeyê hatibû valakirin.
Piştî 31 salan cara yekem daweteke Kurdewarî li vî gundî hat lidarxistin.
Di dawetê de bûk bi hespê hat veguhestin û li gel def û zirne û stranên Kirmanckî hemû kevneşopiyên Kurdewarî hatin bicîhkirin.
"Tiştê ku me jî dixwest ev bû"
Hunermendê Dêrsîmî Yilmaz Çelîkê beşdarê dawetê bû diyar kir ku divê ew dev ji çanda xwe bernedin û veguhêzînin nifşên nû.
Hunermend Yilmaz Çelîkê ku beşdarî dawetê bû hestên xwe wiha anîn zimên:
"Tiştê ku me jî dixwest ev bû. Em dixwazin ku bila kevneşopiyên me winda nebin.
Ez gelekî kêfxweş im ku xwedî li vê hatiye derketin. Ciwanên ku bên dê vê yekê bibînin bişopînin."
Bûk û zava bi cil û bergên Kurdî daweta xwe birêve birin. Dê û bavê zava kêfxweş in ku kurê wan bi daweteke Kurdî gihiştiye Mirada xwe.
Bavê zava dibêje valakirina gundan zerareke mezin da çanda Kurdewarî.
"Ji dema valakirina gundên me kesî li gorî kevneşopiyên xwe dawet nekir"
Bavê zavê Îbrahîm Yalvaç anî ziman ku ji bo ku kevneşopiya wan a kevn winda nebe, wî biryar daye kurê xwe li gorî kevneşopiyên wan bizewicîne û got:
"Ji dema valakirina gundên me ya sala 1994an û vir ve, kesî li gorî kevneşopiyên xwe ne dawet çêkir, ne kirîvatî kir û ne jî karîbû cem û cemaeta xwe bimeşîne.
Em dîsa vegeriyan ser axa xwe û ji bo ku em vê rêya xwe bidomînin û kevneşopiyên xwe jibîr nekin, me tiştekî wiha pêk anî.”
"Bi vî zimanê Xizir biaxivin, hînî zarokên xwe bikin"
Dêya zavê Fîlîz Yalvaçê wiha bang kir "Em li gorî dab û nerît û zimanê Dêrsimê, bi qasî ku ji destê me hat, ji bo van ciwanên ku ji hev hez dikin, hatin cem hev û me bi civaka xwe re şahidiya wan kir.
Tenê tiştê ku ez ji xwişk û birayên me, ji biçûk û mezinên me dixwazim ev e; li ser navê van axên pîroz û li ser navê ziyaretê, ji kerema xwe, bi vî zimanê Xizir biaxivin, hînî zarokên xwe bikin, dawet û cemên xwe bi vî zimanî û bi çanda xwe bikin."
Bi bipêşketina teknolojiyê re kevneşopiyên Kurdan yek bi yek winda dibin û tên jibîrkirin.
Şerê di 40 salên dawî de û koçkirina bi neçarî ya ber bi navendên bajaran û metropolên Tirkiyê jî bandoreke xirab li çand û kevneşopiyên Kurdan kir.