Hunermendê Kurd xelata John Lennon wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Agrîn Dilşad roja Duşemê di pêşbirka nivîsandina stranan a John Lennon de yek ji xelatên mezin wergirt. Ev cara yekem e ku stranek ji Rojhilata Navîn tê xelatkirin.
Strana Dilşad a bi navê “Şerê Dunyayê” di kategoriya cîhanê de xelata mezin wergirt û dê Stran di Nîsana 2023an de ji bo xelata Grand "Lennon" pêşbaziyê bike.
Agrîn Dilşand ji Rûdawê re got “Strana Şerê Dunyayê ji bo min karekî taybet e û ji hesta berpirsiyariya min a mirovî ya li hember têgeha jiyana hevbeş û her wiha hemû êşên ku şer bi ser me, xweza, jîngeh û hemû mirovahiyê de aniye.”
Dilşad di sala 1995an de li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, di 12 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kiriye û yekem albûma xwe ya bi navê “Tênagihîjî” di sala 2020an de derxistiye.
Hunermendê Kurd du albûm derxistiye, û di warê muzîkê de îmzeya xwe li ser zêdetirî 80 berhemên din jî xistiye.
Pêşbirka ku rûmetê dide mîrateya mûzîkjenê Brîtanî John Lennon û her sal tê lidarxistin, ji sala 1997an ve platformek ji strannivîsên ji çaraliyê cîhanê re peyda kiriye da ku afirîneriya xwe diyar bikin û ji bo muzîka xwe bidin nasîn. Pêşbirk ji aliyê Yoko Ono Lennon hevjîna John Lennon ve damezirandin.