Çapa nû ya pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Abdurahman Aydogdu ya bi navê “Gotinên Pêşiyan” çapa sêyemîn ji Weşanxaneya Na derket û di vê çapê de li gor çapa berê 1000 gotinên pêşiyan lê hatiye zêdekirin û di pirtûkê de 4.500 Gotinên pêşiyan henin.

Pirtûka “Gotinên Pêşiyan” ji aliyê Abdurrahman Aydogdu ve hatiye amadekirin û ji 200 rûpelî pêk tê. Di pirtûkê de bi giştî 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.

Abdurrahman Aydogdu dibêje ku di vê çapê de wan ji bo xwendina pirtûkê hêsantir bibe gotinên pêşiyan yê ku li gor alfabeyê dest pê dike di pêşiya her tîpekê de gotina pêşî mezin nivîsî û estetîka we baştir kir.

Nivîsakarê Kurd Aydogdu ji bo vê xebata xwe dibêje ku: “Li gor min gotinên pêşiyan gencîneyeke kurdan e. Naxwazim van gotinên me bi kal û pîrên me re bianx bibin. Loma jî min xebateke bi vî rengî kir. Heger gotinên me yên pêşiyan ango gencîneya me dernekevin li ser rûyê erdê, em jê sûd negirin û pêşkeşî nifşên nû nekin, dê ev xezîneya me jî bi kal û pîrên me re bimirin.”