Li Pirtûkxaneya Navneteweyî ya Essenê beşa Kurdî vebû
Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê li Pirtûkxaneya Navneteweyî ya Essenê beşa zimanê Kurdî hat vekirin.
Li bajarê Essenê yê Almanyayê, di Pirtûkxaneya Navneteweyî ya Essen-Schonebeckê de, pêngaveke girîng ji bo çanda Kurdî hat avêtin û beşeke taybet ji bo zimanê Kurdî hat vekirin.
Ev beş dê pirtûk û berhemên bi zimanê Kurdî kom bike û xizmetê bide hem Kurdên li herêmê, hem jî kesên ku dixwazin li ser çanda Kurdî lêkolînê bikin.
Armanc parastina çandê û xizmetkirina lêkolîneran e
Vekirina vê beşê wekî bûyereke girîng a çandî ji bo diyasporaya Kurdî tê dîtin.
Armanca sereke ew e ku pirtûk û berhemên din ên çandî bi zimanê Kurdî bên komkirin û peydakirin.
Ev dê hem ji bo Kurdên li herêma Nordrhein-Westfalenê derfeteke girîng be, hem jî ji bo wan Alman û biyaniyan ku dixwazin li ser Kurdistan, Kurd û diyasporaya Kurdan lêkolîn bikin an zêdetir agahdar bibin, bibe çavkaniyeke sereke.
Kurdî li kêleka zimanên din
Heta niha li wê pirtûkxaneyê beşên taybet ji bo zimanên Rûsî, Ukraynî, Tirkî, Erebî û Polonî hebûn.
Bi vekirina beşa Kurdî re, zimanê Kurdî jî li kêleka van zimanên cîhanî cihê xwe girt.
Li gorî sîstema pirtûkxaneyê, her rojeke hefteyê derî ji bo yek ji wan zimanan vedibe.
Balkêş e ku beşa Tirkî di mehê de 14 rojan vekirî ye û tê payîn ku di paşerojê de ji bo beşa Kurdî jî derfetên bi vî rengî bên peydakirin.