Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya şanogerên her çar parçeyên Kurdistanê, Festîvala 20emîn a Şanoya Kurdî ya Seqizê dest pê dike.
Festîvala Şanoya Kurdî ya li Seqiza Rojhilatê Kurdistanê 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê dike û heta 14ê Kanûna Pêşîn a 2025an berdewam dike.
Şanogerên Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe nîşan didin û di dawiyê de xelatên şanoya herî baş, lîstikvanên jin û mêr ên herî baş, derhênerê herî baş û gelek xelatên din li şanogerên serkeftî bên belavkirin.
Sekreterê Cîbicîkar ê Festîvala 20emîn a Şanoya Kurdî ya Seqizê Hemîdreza Xoşbext ragihand, 39 berhem ji bo beşa pêşandan û pêşbaziya festîvalê hatine şandin.
Lijneya juriyê 6 berhemên derve û 7 berhemên navxwe ji bo pêşandan û beşdariya di beşa pêşbaziyê de hilbijartine.
"39 berhem hatin şandin, 13 ji wan hatin hilbijartin"
Sê berhemên şanogerên Dihok û Helebceyê, du berhemên ji Rojavayê Kurdistanê û berhemeke ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê di festîvalê de tên.
Her wiha heft berhemên ji bajarên Sine, Bîcar, Kirmaşan, Urmiye, Dîwandere û berhemeke hevpar a Seqiz û Mehabadê jî di festîvalê de tên nîşandan.
Merasîma perdejişerrakirina poster û portala festîvalê şeva duşemê li Seqizê hat lidarxistin.
"Ev festîval derfeta hevdiliyê ye"
Sekreterê Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê Qutbedîn Sadiqî di merasîma destpêkirina festîvalê de ragihand:
"Ev festîval ne qada pêşbaziyê ye, belkî derfetek e ji bo hevdilî û nêzîkbûna hunermendan û bi taybetî şanogerên hemû Kurdistanê û parvekirina bîr û ramanên wan."
Li gorî bernameya festîvalê, rojane çar şano tên nîşandan û di çarçoveya festîvalê de pêşbaziya xweşnivîsî û şanonivîsiyê û her wiha pêşangeha wêne û nîgarkêşiyê jî tên lidarxistin.