Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî îro li Stockholma paytexta Swêdê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.
Ehmed Huseynî ev 3 sal bûn ku li dijî nexweşiya penceşêra pişikê li ber xwe dida.
Ehmed Huseynî 1955an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû.
Wî qonaxên xwendina seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Amûdê qedandin.
Paşê wî berê xwe da Şamê û li Zanîngeha Şamê beşa felsefeyê xwend.
Lê belê di dema desthilata Beasê de rê nehat dayîn ku ew bi dîplomaya xwe bixebite.
Ew neçar ma ku karên din bike û wekî gelek ciwanên Kurdên berê xwe da koçberiyê.
Ehmedê Huseynî li Swêdê koça dawî kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 10, 2026
1955 Amûdê / 10.03.2026 Swêd pic.twitter.com/AxVlDnUmIn
Bû serokê HRRKyê
Ehmed Huseynî sala 1989an çû Swêdê û li wê derê bi cih bû.
Ehmed Huseynî 2004an li Ewropayê beşdarî damezirandina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bû û piştre jî bû serokê wê.
Piştî ku Rojavayê Kurdistanê ji bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê derket, ew sala 2016an vegeriya axa xwe û li wê derê bi cih bû.
Bandoreke mezin li ciwanan kiribû
Sala 2023yan hat zanîn ku Ehmed Huseynî bi nexweşiya penceşêra pişikê ketiye û ew ji bo tedawiyê careke din vegeriya Swêdê.
Piştî têkoşîna 3 salan a li hemberî penceşêrê wî îro (10ê Adara 2026an) li Stockholmê xatir ji jiyanê xwest.
Helbestvanê navdar di jiyana xwe de 15 dîwanên helbestan nivîsandine û bi berhemên xwe bandoreke mezin li helbestvanên Kurd ên ciwan kiriye.
#VÎDEO - Ehmedê Huseynî xatirê xwe ji me xwest
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 10, 2026
🛑 1955 Amûdê / 10.03.2026 Swêd
🎙️ Em mêhvanê Ehmedê Huseynî bûn û wî gotibû: Wext pir bi lez derbas dibe çimkî em ji gelek tiştan bê par mane pic.twitter.com/zr8c00o8dv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse